Komeleya 78’an serdana Nobeta Edaletê ya Amedê kir

  • 14:39 24 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye Nobeda Edaletê ya ku li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 9’emîn de berdewam dike. Komeleya 78’an serdana malbatan kir. 
 
Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye Nobeda Edaletê ya ku li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 9’emîn de berdewam dike. Nobeta ku di nava rojê de gelek kes, sazî û komele serdana wê dikin îro jî nûberên Komeleya 78’an çû serdana wê.
 
Di nobetê de Fevziye Kulakan a ku hevjinê wê û lawê wê di girtigehê de ne axivî û destnîşan kir ku divê êdî girtî bên tehlîyekirin û ew zilm biqede. 
 
Her wiha, Hasîne Guler a ku hevjînê wê 29 sal in di girtigehê de ye û Yesure Tufan a ku 5 sal in lawê wê girtiye ye jî banga hestiyariya ji bo nobeta edaletê kirin. 
 
Di serdanê de Hevserokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş avivî. Huseyîn bal kişand  ser tecrîdÊ û wiha got: “Ev têkoşîn, têkoşîna me hemûyan e. Îro li girtîgehan muameleyên kêfî li hember girtiyan berdema dikin tê kirin û îşkenceyek mezin li girtiyan tê kirin. Girtî di bin tecrîdek mezin de ne û ew tecrîd xwe li ser hemû qadên civakê nîşan dide. Divê girtiyên nexweş bên dermankirin û werin tehliyekirin.”