Tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan di rojeva Meclîsê de ye

  • 14:39 24 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de parlementera HDP’ê Feleknas Ûca pêşniyaznameyek da meclîsê û da zanîn ku çima biryarên DMME û MPKE’yê nayên pêkanîn.
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca ya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşniyaznameyekê anî rojeva Meclîsê. 
 
Feleknas, di pêşniyaznameya xwe de wiha got: “Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dabû ku tundiyeke sîstematîk li Ocalan tê kirin û di bin tecrîdekê de ye. Ev biryar 7 sal in nayê bicihanîn. Li aliyê din Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) di biryara xwe ya 24’ê çileya 2019’an de bang li CPT dike ku pêşniyarên xwe yên li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bişopîne û Tirkiye li gorî van pêşniyaran tevbigere.”
 
Feleknas ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne ev pirs pirsîn: 
 
“* DMME’yê biryar dabû ku tundiyeke sîstematîk li Ocalan tê kirin û di bin tecrîdekê de ye. Ev biryar 7 sal in nayê bicihanîn. Ji bo bicihanîna vê biryarê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya 30’ê Mijdarê xebateke we heye? 
 
* Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ya 24’ê çileya 2019’an de bang li CPT’yê dike ku pêşniyarên xwe yên li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bişopîne û Tirkiye li gorî van pêşniyaran tevbigere. Wê Tirkiye li gorî van pêşniyaran tevbigere?”