'Bila daraz peywira xwe bi cih bîne'

  • 13:36 24 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Parêzer Diren Elif Vurgun a ku li daxuyaniya ji bo 25'ê Mijdarê ya Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê axivî diyar kir ku ew ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Elifê bang kir û got bila daraz peywira xwe bi cih bîne. 
 
Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li avahiya xizmetê ya baroyê civîna çapemeniyê li dar xist. Li civîna ku pankarta "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin. Peymana Stenbolê Dide Jiyîn" lê hat vekirin metna kurdî ya daxuyaniyê parêzer Çigdem Sevimli ya tirkî jî parêzer Diren Elif Vurgun xwend. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Dîrok, bi berxwedanên me tije ne. Me van berxwedanan li hember kesên ku bixwazin têkoşîna me ya wekhevî û azadiyê asteng bikin daye. 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê jî nîşana berxwedana me ye.
 
Em, van her sê jinên ku rêya hilweşandina dîktatoriyê vekirin û di vê rêyê de canê xwe dan ji bîr nakin. Xwişkên Mirabal, di dîroka cihanê de bûne sembola tundiya mêr û dewletê ya li dijî jinê, em bi hêrsa xwe ya ku ji 25’ê Mijdara 1960’an vir de qet natebite ve wan careke din bi bîr tînin.
 
Di vê pêvajoyê de êrîşên li dijî mafên jinê û li dijî wekheviya zayendî ya civakî sîstematîk, asayî û zêde bûne. Em li aliyekî li rêyên têkoşînê digerin, li aliyê din jî bi êrîşên ku li dijî mafên me yên bidestxistî tên kirin re têdikoşin.
 
Di van rojên ku kuştina jinan gihîştiye asta qirkirina cinsî de, desthilatdara ku divê li hemberî tundiyê roleke aktîv bigire, em dibînin ku tu hewil, teşebis û waada wî tune ye. Peymana Stenbolê di têkoşîna tundiyê de ku belgeyeke mafên mirovan e hate betalkirin, îlana betalkirinê û hevrûnebûna tundiyê ku îro zêde bûye dide nîşan ku niyeta çareseriyê jî tune ye. Peymana Stenbolê ji bo parastina ji tundiyê peymana navneteweyî ya herî berfireh e. Em bang li hemû qadên civakê dikin ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin.
 
Em wek Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê; li benda doza betalkirina biryarnameyê ne ku, me vê dozê bi daxwaza ragirtina bicihanînê  li Dadgeha Kargêrî ya Bilind li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê ku bi awayekî neheq û derhiqûqî bi Biryarnameya Serokkomar a ku di Rojnameya Fermî de di 20.03.2021’an de hatibû weşandin vekiriye.
 
Em di vê roja têkoşînê de careke din li polîtîkaya bêsizabûnê ya tundiya li ser jinê, li sepandina kêmasiya 6284 hejmar, Qanûna di Derbarê Berîlêgirtina Tundiya Li Dijî Jinê û Parastina Malbatê, li êrîşên debareyê ku piştî hevberdanê jinê bêewle dikin, li tundiya sîstematîk a li ser jinê ku ji aliyê darazê ve di çarçoveya sûcê tehdeyê/eziyetê de nayê nirxandin, di sûcên tundiya li ser jinê de pratîkên navbeynkarî û lihevanînê, li zimanê çapemeniyê ku tundiyê asayî û normal dike, li operasyonên li ser aktîvîstên jin û li pratîkên binçavkirinên neheq îtiraz dikin.
 
Daxwaza me ew e ku, di siyasetê de bikaranîna zimanê tundiyê ku dibe sedema zêdebûna tundiyê demildest bê terikandin.
Daxwaza me ew e ku sepînerên hiqûqê, pratîkên ku newekheviyê dihebînin û zêdetir dikin biqedînin.
 
Di hemû qadên jiyanê de ji bo qedandina cihêkariyê em bang li hemû aktoran dikin ku peywira xwe pêk bînin. Em bang li partiyên siyasî, sendîka û saziyên sivîl ên civakî dikin ku têkoşîna xwe bêhtir mezin bikin û di vî warî de polîtîkayan pêş bixin.
 
Em bang li erka qanûnsazî, bicihanîn û darazê dikin ku di têkoşîna tundiyê de bila peywira xwe pêk bînin. Em ji bo jiyaneke bêtundî hemû beşên civakê ji bo piştgirî û têkoşînê bi vê hişyariyê vedixwînin;
 
Heta roja ku tundî bi dawî bibe û wekheviya bêşert û bêmerc bê esehkirin, em ji çapemenî û rayagiştî re radigihînin ku dê têkoşîna me berdewam bike. 
 
Bijî piştgiriya me,
 
Bijî Xwişkên Mirabal
 
Baroya Amedê Navenda Mafên Jinê"