'Yê ku edalet û hiqûqê xera dike mehkûmê têkçûnê ye'

  • 12:45 24 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 261 roj in didome îro di çalakiyê de ev peyam hat dayîn: "Yê ku edalet û hiqûqê xera dike mehkûmê têkçûnê ye." 
 
Malbata Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin, çalakiya Nobeda Edaletê ya ku di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin, di roja 261'emîn de berdewam dike. 
 
Di çalakiya îro de Ferît Şenyaşar axivî û got: "Em wek welat di rojên pir dijwar re derbas dibin. Bingeha wê jî bê edaletî ye û bê hiqûqî ye. Yê ku edalet û hiqûqê xera dike mehkûmê têkçûnê ye. Heke rewşa xirab wisa berdewam bike dê rojên herî nebaş li pêşberî me ye. Divê civak bi tevahî li dijî vê yekê bêje êdî bes e."