Kubra ya ku tundî lê hat kirin 10 roj e winda ye

  • 10:44 24 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Kubra Ekîn a ku berê jî ji ber tundiya lê hat kirin gilî kiribû, 10 roje agahî jê nayê girtin.
 
Kubra Ekîna aku berî bi 5 mehan ji ber cil û bergên ku li xwe kiribûn mêrekî êrîşî wê kir û tundî lê kir, piştre gilî li êrîşkar kiribû. 
 
Hat aşkerakirin ku kubera di 13'ê mijdaê de ji dayika xwe re gotiye ez diçim dan û stendinê û careke din agahî jê nehatiye girtin.
 
Dayika Kubra Rahîme Ozdemîr ku ji çavkaniyeke çapemeniyê ya herêmî re axivî, diyar kir ku ew ji bo gilî bike çûye qereqolê, lê polîsan jê re gotine '22 salî ye dibe ku çûbe cihekî û vegere" lê piştî israra dayikê lêpirsîn hatiye destpêkirin.