‘Divê li dijî şîdetê bêdengî tune be’

  • 09:09 24 Mijdar 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku li dijî şîdeta mêr pergaleke ku pêşî lê bigire tune ye, di şîdeta li ser jinê de ligel desthilatdariyê rola çapemeniyê heye û gotin divê li dijî şîdetê bêdengî tune be.
 
Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Ser Jinê demek kurt ma û jin balê dikşînin ser her aliyê şîdetê. Li Tirkiye û bajarên herêmê jin daketin qadan û li dijî şîdeta dewleta mêr berxwedan didome.
 
Jinên Îzmîrê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku desthilatdarî li dijî şîdetê berpirsyariya xwe nayne cih û jin di her qada jiyanê de rastî şîdetê tên. Jinan bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.
 
‘Şîdet ji derdorê jî tê fêrkirin’
 
Jina ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku jin li Tirkiyeyê ne azad in û şîdet ne tenê fîzîkî ye û wiha got: “Bi tevger û nêzîkatiyê jî şîdet dikare pêk bê. Hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Ez bi kurê xwe re dijîm. Ez ji kurê xwe jî bi vî awayî şîdetê dibînin. Lê qet min şîdet nîşanê wî neda. Lê ji derdorê fêr bûye.”
 
‘Jinan dest ji têkoşînê bernedan’
 
Mamosteya teqawît Nesrîn Kadi jî bi lêv kir ku ne tenê li Tirkiyeyê li gelek deverên Tirkiyeyê jin rastî şîdeta mêr tên û wiha pê de çû: “Li kargeriyan amîr, karsaz mobîngê dikin û destdirêjiyê dikin. Li mêran jî tê kirin. Lê li hember jinan zêdetir tê kirin. Heta tacîzê diçe. Ev li her derê heye. Ez bi mobîngê re hatim rû hev. Lê min serî li merciyan da û ez bi ser ketim. Bila jin têbikoşin, bêdeng nemînin.”
 
‘Ez xwe di ewlehiyê de nabînim’
 
Remziye Emektar jî bal kişand ser nûçeyên şîdetê yên di çapemeniya alîgir de û got di nûçeyan de hinceta şîdetê tê vegotin û ev tişt daxuyand: “Dibêjin ‘cilê vekirî li xwe kir, kin li xwe kir’. Ev ne rast e. Dayîna nûçeyê şaş e. Di çapemeniya alîgir de jin tên sûcdarkirin. Ev ne adîlane ye, ev şîdet e. Jinan hedef nîşan didin. Ez nizanim ku çi bê kirin. Divê mêr bên perwerdekirin. Divê dewlet mekanîzma cezayê pêk bîne. Divê gumanbar bên cezakirin. Mixabin ez di rê de dema dimeşim xwe di ewlehiyê de nabînim.”
 
‘Ez hewl didim’
 
Jina bi navê Yagmur Guler a nanpêjiyê dike, destnîşan kir ku pergala serdest dibe sedema ku jin li kargeriyan bi mobîngê re bên rû hev û wiha daxuyand: “Li dijî xwarinpêjên jin mobîngê dikin. Li mutbexê mobînasyona mêran heye. Ez rastî mobîngê nehatim lê ji bo vê hewl didim. Herî zêde mobîng li jinan pêk tê. Divê jin piştgiriyê bidin hev. Piştgiriya jinan girîng e.”
 
‘Jin ne di ferqa şîdetê de ne’
 
Memur Fîlîz Onel jî bal kişand ser mijareke girîng û got piranî jin ne di ferqa şîdeta ku pê re tên rû hev in û  wiha dawî lê anî: “Divê jin di vê mijarê de bên agahdarkirin. Divê xebatên baskên jinan bi gotinê nemînin. Hinek jin di ferqê de ne hinek jin nizanin. Piranî jin li dijî şîdetê, ji bo malbat û zarokên xwe bêdeng dimînin. Lê li gorî berê em jin xurt dibin.”
 
Xwendekar û karker Leman Çakir jî diyar kir ku jin di ferqa şîdetê de ne lê naxwazin bibînin û wiha berdewam kir: “Li cihên kar mêr li ser destan tên girtin. Ev şîdeta psîkolojîk e. Ez gelek caran rastî vê hatim. Mêrên şîdetê dikin jî cezayekî bi bandor nagirin. Bertekek baş li dijî şîdetê nayê nîşandan. Li dijî rakirina Peyaman Stenbolê berteka me heye. Divê dîsa bikeve meriyetê.”