Ji Îmraliyê ji bo jinan: Di alî îdeolojîk de azad bin, rêxistinbûna xwe pêk bînin

  • 09:05 24 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê jin li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinê carek din girîngiya xwe derdixe holê. Abdullah Ocalan diyar dike ku jin bila di alî îdeolojîk de azadiya xwe pêk bînin û rêxistina xwe bikin.
 
Şîdeta li ser jinan li her derê cîhanê didome û têkoşîna jinan jî bê navber didome. 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê li her deverê cîhanê bi çalakiyan tê pêşwazîkirin. Di van rojan de nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê azadî û têkoşîna jinên kurd de di her alî de rojevîbûna xwe diparêze. Me ji  parastina cewherî heta hevserokatiyê hinek nirxandinên Abdullah Ocalan kom kir.
 
‘Divê di alî îdeolojîk de hûr bibin’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 2006’an ya bi parêzeran re diyar dike ku divê jin di alî îdeolojîk de xwe pêş bixînin û wiha got: “Jin ji bo azadiya xwe divê di îdeolojiya rizgahiya jinê de xwe hûr bibin, wek hêza îdeolojîk heyî bin. Li dijî mêran pêş bikevin û ji mêran bawer nekin. Divê jin serbixwebûna xwe biparêzin. Jin bila ji azadiya xwe netirsin. Ez bi jinê re wisa rêheval im. Min rêhevaltiya bi heybet ji jinê re kir. Hevaltiya min a xurt bi jinê re heye. Ev mijara bawerî û hêzê ye. Ez wisa bersivê didim keda jinan. Divê ew xurt bin. Ez xwe wek karkerê hezkirinê vedinasînim. Ez ji bo we dijîm. Bêrîkirinên me hinceta jiyana min e, ez bi we re me. Cîhaneke azad heye, jiyaneke azad a tê qezenckirin heye.”
 
Hevserokatî
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de balê dikşîne ser pergala hevserokatiyê û wiha dibêje: “Di hiqûqê de du têgehên wek facto û de juere hene. Ez li dijî rakirina pergala hevserokatiyê me. Ger pir dide zorê bila ne li ser qanûnê bi fîlî bê meşandin. Divê yek jin yek jî mêr bi rê ve bibe. Ger yek be jî bila ew jin be. Ma jin vê heq nakin? Ev 5 hezar sal in pergala serdest didome. Çareserkirina vê ne hêsan e, lê dîsa em ji bo azadiya jinê têdikoşin. Li Êlihê li herêmê întîxarên jinan hene. Divê pêşî li van întîxaran bên girtin, xebat bên meşandin. Ez têkiliyên jin û mêran ji sedî 90 wek tecawiz dibînim. Di esasa van de têkiliyên qirêj hene. Ez ne li hember evîn û zewacê me. Di zewac, evînê de hestên zayendî hene. Ev normal in. Ev nayên înkarkirin. Tişta ez li hember wê me, çanda tecawizê ye. Keçên biçûk didin mêrên mezin. Li dijî vê zorê keç întîxar dikin. Zewacên ne razî tên kirin. Heta bi pereyan jinan digirin. Yanî tên firotin. Ev dijexlaqî û qirêj e.”
 
Çanda tecawizê
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 2007’an de jî vê perspektîfê datîne holê: “Hestên zayendê xwezayî ne, bi her mirovî re hene. Ya xeter ev e ku bibe objeya desthilatdariyê. Zayenda heyî desthilatdarî ye, mêrantiya rabûye jor e. Heta mêr aniye asteke hov. Di encamê de têkiliya zayendî ji civaka serdest a mêr re xizmetê dike. Feraseta desthilatdariyê ya hov derketiye holê. Di esasa hemûyan de ev feraset heye. Di bin navê cînayetê namûs û çanda tecawizê de jî ev feraset heye. Heta ev feraset neguhere ne  pirsgirêka azadî ne jî ya demokrasiyê tê çareserkirin.”
 
Oldarî, netewperestî û zayendperestî
 
Di heman hevdîtinê de Abdullah Ocalan wiha berdewam dike: “Sê esas hene. Oldarî, zayendperestî û netewperestî. Der barê zayendperestiyê de berê xwendinên min hebûn. Herî dawî min pirtûka M. Foucault Pirtûka Dîroka Zayendiyê qedand. Di navbera zayend û desthilatdariyê de têkiliyek pir nêz heye. Zayendperestî cureyek netewperestiyê ye û herî kêm bi qansî netewperestiyê bi xeter e. Di roja îro de jin êdî wek parçeyeke objeya reklaman, parçeyek goşt tê pêşkêşkirin.”
 
‘Pirsgirêka jinê pirsgirêka desthilatdariyê ye’
 
Abdullah Ocalan di 2008’an de jî diyar dike ku divê têkoşîna jinan bi rojekê sînor nemîne û wiha dibêje: “Pirsgirêka jinê pirsgirêka desthilatdariyê ye. Fêhma desthilatdariya  fînansî ya kapîtal li ser ‘ya hûn ê serî bitewînin an jî hûn ê bimrin’ hatiye avakirin. Ez ji jinan re dibêjim xwe ji van têkilî û mêrantiyê dûr bigirin. Min di rojnameyê de xwend; Jineke bijîşk ku xwestiye dev ji hevjînê xwe yê leşker berde, bi 12 gulayan hatiye kuştin. Belê fînansa kapîtal vê ji jinê re dibêje ‘Ya tu yê li hember desthilatdariya min serî bitewîne yan jî tu yê bê kuştin’. Her roj tecawiz li jinan tê kirin. Di vê çanda tecawizê de ne rih û ne jî mêjiyê jinê saxlem dimîne, ne xweşikahî ne jî hezkirin û evîn. Fînansa kapîtal ji bo jinan bigire bin kontrola xwe zayendperestiyê bi kar tîne. Jinê dike yek tîp. Ji ser jinê desthilatdariya civakê hedef dike.”
 
‘Bi hilberînê dikarin pirsgirêkên aboriyê bên çareserkirin’
 
Abdullah Ocalan her wiha di heman hevdîtinê de balê dikşîne ser rola jinan a di hilberînê û girîngiya akademiyan de û wiha dirêjiyê didê: “Xebatên akademiyê divê her kesî bihewîne. Mînak xwendekarek, mînak kevaniyek divê her kes cihê xwe di nava xebatan de bigirin. Demekê enstîtuyên gundan hebûn. Xebatên wisa dimeşandin. Lê akademiyên ez pêşniyar dikim, ji esntîtuyan wêdetir in. Malbat li dora jinê ava dike. Jin hilberîner in. Bi hilberînên xwe dikarin pirsgirêka aboriyê çareser bikin. Mînak erdekî dikarin kirê bikin û çandiniya organîk bikin.”
 
Di demokratîkbûnê de li ser rola jinê
 
Di hevdîtina 2009’an de jî Abdullah Ocalan der barê rola jinan a di  demokratîkbûna bajaran de wiha dibêje: “Jin divê di mijarên ‘bajar çawa tên avakirin, çawa tên demokratîkirin, çawa tên bi rêvebirin? Pirsgirêkên der barê zarok, jin û yên din de çawa dikarin bên çareserkirin?’ de pir bixebitin. Divê bi taybet li ser vê bisekinin. Di dema Sumeran de perestgehên jinan hebûn. Jinan ev der çêkiribûn û cihê wan ên pîroz bûn. Destkeftiyek mezin a jinan bû. Jinan li wan perestgehan perwerde didîtin.  Di her cureyî de perwerde digirtin, huner û xweşikahî pêşkêş dikirin. Heta mêran diçûn ew temaşe dikirin. Piştre mêran ev der guhertin genelevî. Ji wê dîrokê şûnde, jin wek xwedawend diçûn perestgehan û wek fahîşe jê derdiketin. Hemû destkeftiyên jinan jê hatin girtin. Mûsa tiştek neda jinê. Di Îsa de hûn rewşa Meryemê dizanin. Di Hz. Muhammed de jî rewşa Ayşeyê li holê ye.  Hz. Ayşe piştî desthilatdariya mêr ji kûrahî fêm dike, dibêje ‘li şûna jin bûma xwezî wek kevir bihatama dinê.’ Kapîtalîzmê tu tişt neda jinê.”
 
‘Qetilkirina jinê bênamûsiya herî mezin e’
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de li ser qetilkirin, tecawiz û tacîza li hember jinan axivî: “Pirsgirêka jinê endama çanda tecawizê ya 5 hezar salan e. Ez li vir hîna mijarê lêkolîn dikim û matmayî dimînim. Jinan hîna ev pirsgirêk fêm nekirine. Divê jin pirsgirêka xwe fêm bikin, çareser bikin. Divê xwe nas bikin. Ez dibêjim jinan azad. Li ser navê namûs û hezkirinê jin tên qetilkirin. Jinê di bin navê namûsê de dikujin. Kuştina jinê bênamûsiya herî mezin e. Ji vê mezintir bênamûstî tune ye. Di akademiyê jinan de vê nîqaş bikin. Heta hûn van nizanibin hûn tiştekî fêm nakin. Min azadiya jinê di pirtûka xwe ya sosyolojiya azadiyê de girtiye dest.
 
‘Ez dibêjim azadiya bêdawî’
 
Ez ne evîna bêdawî, ez dibêjim ‘destberdana bêdawî. Bêdawîbûn, yanî di esasê de bi desthilatdariya serdest a mêr a 5 hezar salî ez vê bêdawîbûnê dikarim sînor bikim. Divê jin siyaseta xwe ava bikin, ji bo vê aboriya xwe ava bikin. Min gotibû divê jin aboriya xwe ava bikin, akademiyên siyasetê ava bikin. Ji bo azadiyê çalakîbûna siyasî û hişmendiya siyasî hewce ye. Ez dibêjim azadiya bêdawî.”
 
Bi jinan re nîqaşa felsefîk
 
Ocalan di 2010’an de jî balê dikşîne ser nîqaşên felsefî û fikr û ramanê ya bi jinê re û van tiştan dibêje: “Ez vê dubare dibêjim, têkiliya min ya bi jinan re cuda ye. Çi dibe bila bibe, hestên navbera du kesan kesî nabe cihekî, ancax dibe zext, partrîarkal, hiyerarşî û çanda tecawizê.  Di navbera jin û mêr de ancax di esasa felsefîk de hevdîtinek dikare bibe.”
 
Rêxistibûna komun a demokratîk
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de ev perspektîf pêşniyar kir: “Li Êlihê berê gelek jinan întixar dikirin. Di demên dawî de ev kêm bûn. Sedema vê ev e ku li Êlihê siyaseta demokratîk pêş ketiye, nîqaşên demokratîk zêde bûne. Her ku çanda demokratîk li civakê zêde bû ev kêm bûn. Di felsefeya siyaseta min de, encama herî rast, rêxistinbûna komunên demokratîk e û ev komun li her derê civakê belav bûne.”
 
‘AKP ji bo jinan xetere ye’
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku AKP ji bo jinan xetereya herî mezin e û van nokteyan tîne ziman: “Jin niha li parçeyên azadiyê dikarin bigerin. Li Semsûrê tarîkata Menzîl bi bandor e. Li vir zarokek keç zindî tê çalkirin û ev ji recmê xetertir e. Belê zîhniyeta AKP’ê ev e. Çalkirina zindî hêdî hêdî dikuje. Lê recm qe nebe mirov hinekî bîhna xwe digirin. Dîsa şîdeta li ser jinan zêde ye. Mêr li kolanê ji ber sedema ‘ji min hez nekir’ dikuje. Ev hemû tezahura vê zîhniyetê ne. Ez ji bo vê dibêjim; di esasa felsefeyê de nêz bibin, xebatên felsefîk bikin, nîqaş bikin, xwe rêxistin bikin. Ev zîhniyet dikare wisa bê rawestîn. Têkoşîna azadiya jinê wê hêzê bide têkoşîna azadiyê.”
 
Azadiya îdeolojîk û rêxistinbûyin
 
Abdullah Ocalan di 2011’an de balê dikşîne ser hişmenbûna jinê û wiha dibêje: “Di mijara jinê de du tiştên em hewl didin bikin hene û ev girîng in. Ya yekem; jin di alî îdeolojîk, fikrî de azad be û hêzê qezenc bike. Jin di alî îdeolojîk de bibin xwedî raye. Ya duyem jî  rêxistinbûna jinê, xwe bigihîne rêxistinbûna xwe, bê asta ku dikare xwe rêxistin bike. Jin di van her du mijaran de pêş bikeve dikarin gavên girîng bavêjin.”
 
Hemû jin di bin êrîşê de ne
 
Abdullah Ocalan balê dikşîne ser kuştina Ozgecan Aslan û têkoşîna jinan û vê nirxandinê dike: “Kesî ev kuştin di xeyalê xwe de jî derbas nedikir. Divê jin têkiliya vê kuştinê bi îdeolojîk- polîtîk re ava bike. Jinên nêzî min dibin divê wisa nêz bibin. Tiştên ez dibêjim eleqederê nêzîkatiya rast a jiyana jinê ye. Mêr ji bo jin ji dest direve, êrîşa hovane pêk tîne. Hemû jin di bin van êrîşan de ne. Civaka mêr wisa hatiye dîzaynkirin. Êrîşek hov li hember jinan heye. Dema jin azadiyê dixwaze bi awayekî hovene tê kuştin. Kuştina Ozgecan jî qetilkirinek siyasî ye. Hûn ê vê fêm bikin.”