'Ji tundî û kuştina jinê re bes e ! '

  • 09:02 24 Mijdar 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Derbarê 25'ê Mijdarê de ji Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed da zanîn ku jin nema êdî serî ji desthildatdaran re bitewînin û wiha got:"Ger jin azad be civak azad dibe û ger civak azad be wê demê Kurdistan jî azad e. Divê em pir kedê bidin û xebatê bikin da ku em bigihêjin azadiyê. Em dibêjin ji tundî û kuştina jinê re bes e !"
 
25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li seranserî cîhanê tê pêşwazîkirin. Bi hezar salane ku zihniyeta desthilatdar li ser jinê zextê pêk tîne û dixwaze maf û rengê jinê di civakê de bê tunekirin. Rastiya jinê di dîrokê de hate veşartin û hemû tiştên ku jinê di dîrokê de afirandiye zihniyeta baviksalarî kir malê xwe. Ji bo vê jî jin tenê di qalibekî de hat hiştin. Desthilatdaran bi her awayî tundî li jinê kirine û hemû mafên jinê yên rewa jê stendine. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
'Xwişkên Mîrabel bûn sembola berxwedanê'
 
Elîfê di destpêkê de behsa berxwedana Xwişkên Mîrabel kir û wiha got:"Em 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê pêşwazî dikin. Di vê demê de em tevahî jinên cîhanê wek jinên kurd, ereb, tirkmen û sînê me kampanyayên xwe dest pê kiriye. Em tundiya li ser jinê didin nasîn, her wiha Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê em bi civakê didin famkirin. Hemû hewildanên me li ser mijara  çawa bi hezar salan tundî li ser jinê hatiye meşandin e. Xwişkên Mîrabel ji ber serî hildan ji aliyê Hukumeta Trujillo ve hatin qetilkirin. Ji ber ku jinên zane û azadîxwaz li beramberî zihniyeta desthilatdar bersiv dan ev yek ji bo hemû desthildatdaran bû wekî dersekê. Ev her sê xwişk heta roja me ji hemû gerdûnê re bûne mînakek. Hemû jinên cîhanê bi hêza Xwişkên Mîrabel ên destdirêjî û tundî li wan hatin kirin bang dikin. Em jî wekî Rêxistina Kongreya Star li hember desthitladaran bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a bilindkirina dengê tevgera jina azad xwe bi rêxistin dikin."
 
'Ji tundî û kuştina jinê re bes e! '
 
Elîfê di axaftina xwe de da zanîn ku dewletên desthilatdar dixwazin jinê bikin kole, tune bikin û wiha dom kir:"Me berxwedana xwe li hemberî dewleta faşîst a dagirker mezin kir. Dewleta dagirker dixwaze li Rojhilata Navîn sîstema xwe ya desthilatdar li ser jin û civakê bide meşandin. Em vê proja dewleta Osmanî têk dibin û bertekên xwe nîşan didin. Em dibêjin ji tundî û kuştina jinê re bes e! Sakîne, Fîdan û Leyla yên ku li hemberî siyaseta AKP'ê ya faşîst têkoşiyane pêşengên berxwedana jinan e. Dewleta faşîst a Osmanî her tim dixwaze gel qir bike û sîtema xwe li ser gel bimeşîne. Lê belê sedsala 21'ê tu carî wê ne wekî sedsala 20'î be. Her sedsalan sîstem tê guhertin. Ji ber vê di vê sedsalê de jin bi mafê xwe bang dike û  êdî serî ji desthiladaran re natewîne. Di projeya Rêber Apo de û di Rêxistina me ya Rêveberiya Xweser de mafê her kesî peyda dibe. Lê em ê xebata xwe li hemberî dagirkeriyê xurtir bikin û em ê li hember tunekirina jinê bersiveke xurt bidin dijmin. Çiqas dewleta dagirker jinê hedef bigire û êrîşî jinê bike ewqas jî em wek jin rêxistina xwe xurtir û xwe zanetir dikin."
 
'Em ê pergala desthiladaran têk bibin'
 
Elîfê diyar kir ku bi proja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi pêşengtiya jinê hatiye destgirtin wê pergala desthilatdaran têk bibin û wiha pê de çû:"Ger jin azad be civak azad dibe û ger civak azad be wê demê Kurdistan jî azad e. Divê em pir kedê bidin û xebatê bikin da ku em bigihêjin azadiyê. Dewleta dagirker hêza jinê qebûl nake. Ji ber vêya Sosin, Hevrîn û Barîn ên ku aşiqê fikrê Rêber Apo bûn hatin hedefgirtin. Ew gihaştin asta şehadetê. Em şerê mêr nakin lê belê em şerê zihniyeta desthilatdar a ku dixwaze civak tevlihev bibe û belav bibe û bi awayekî ne baş nêzî jinê dibe, dikin. Em ê bi projeya Rêberê Apo ya ku bi pêşengtiya jinê tê kirin pergala desthilatdariyê têk bibin. Dîsa jî heta niha em li hemberî desthilaran bi ser ketine û em ê her tim bi ser bikevin. Êrîşên ku rojane li ser gelê me yê Efrînê tê kirin jî didomin û bi taybet jin di hundirê zindanên dewleta tirk a dagirker de ne. Bi vî hawî dixwazin jinê tune bikin û teslîm bigirin." 
 
'Ji kuştina jin û zarokan re na'
 
Elîfê bi lêv kir ku dewletên faşîst bi her rêbazê êrîşî jinê dikin da ku jinê têk bibin û wiha bi dawî kir:"Rojane bi her rêbazên hovane dewleta faşîst êrîşî jinê dike û tevahî dewletên navneteweyî li hember vê yekê bê deng mane. Her roj dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi ser herêma Şehbayê de tîne. Dixwaze dîsa me talan bike. Em tu carî rê nadin ku xewnên dewleta faşîst pêk werin. Li beramberî vê tundiyê heta em dikarin em ê kar û xebata xwe mezin bikin heta ku em bigihêjin tevahî jinan. Ji kuştina jin û zarokan re na. Em jinên Efrînê divê xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Bi kampanyaya bi navê 'Dem dema azadiyê ye' ya ku me daye destpêkirin em ê her roj li qadan bin û mafê xwe bixwazin. Me wekî Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê niha jî bi boneya 25'ê Mijdarê li hember tundiya li ser jinê, bi dirûşma 'Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe' li her deverên Şehbayê dest bi rêzecivînên giştî kiriye. Em rêzecivînên xwe li dar dixin. Em dibêjin ji şîdeta li ser jinê êdî bes e!"