Ji bo 25'ê Mijdarê li Amedê pêşengeha Kovara Jineolojiyê

  • 18:47 23 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji hêla KASED û Kovara Jineolojiyê ve pêşengeha wêneyên rûpela yek a Kovara Jineolojiyê hat vekirin.
 
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, Komeleya Çand û Huner û Wêje ya Jinan (KASED) û Kovara Jineolojiyê li Şanoya Bajêr a Amedê pêşengeha wêneyên rûpela yekem a Kovara Jineolojiyê vekirin. Di pêşengehê de hemû hêjmarên Kovarê hatin pêşandan. 
 
Pîştî pêşengehê bi wênesaz Sevînç Altan re li ser huner, jin û polîtîkayê gotubêjek pêk hat.
 
Sevînç diyar kir ku huner ji avakirina dîrokê ve hertim xwe bi awayekî cuda daye pêşandan û wiha axivî: “Ez bêriya vê derê çûm pêşengeha Ahmet Guneştekîn. Ahmet Guneştekîn dibêje ev pêşengeh bîra civakî nîşan dide. Gava min pêşengehê temaşe kir, mebesta wî ya ji bîra civakî baştir fêm kir. Bîr ne wekî pêşengeha Ahmet Guneştekîn e. Li ser bîrê xêzên civakê heye û tiştek bêdawî ye. Bîra civakî mixabin di roja me ya îro de di destê desthîlatdariyê ve tê desteserkirin. Gava ciwanan li dijî ew pêşengehê çalakiyek pêk anîn wek tundiyek hate pênase kirin. Lê belê li gorî min çalakiyek bi rengîn bû. Her wiha ew pêşengeh gelek bi nêr bû.”
 
Piştî axaftina Sevînç, bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.