Jinan, wêneyên jinên hatine qetîl kirin bi daran ve kirin

  • 15:44 23 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê wêneyên jinên ku hatine qetîlkirin bi daran ve kirin.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberê Tundiya li Jinê xebatên xwe didomînin. Jinan li kolana Hunerê ya girêdayî Taxa Ofîsê ya Navçeya Yenîşehîra Amedê ji bo ku balê bikşîne ser qetîlkirina jinan daxuyanîyek dan.
 
Di daxuyaniyê de  Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek axivî û got, “Ev wêneyên ku di destê me de ne, yên jinên ku jin hatine qetîlkirin in. Çîroka hemû jinên ku hatine qetîlkirin heye. Li Tirkiyê roj namîne ku jin neyên qetîl kirin. Peymana Stenbolê di şevekê de hate feshkirin. Heke Peymana Stenbolê nehata feshkirin ewqas jin nedihatin qetîlkirin. Em carek din dibêjin dev ji Peymana Stenbolê bernadin û Peymana Stenbolê dide jiyîn.”
 
Jinan piştî daxuyaniyê wêneyên jinên ku hatine qetîlkirin bi daran ve kirin. Piştî vê yekê polîsan astengî derxistin û nehiştin ku hemû wêneyan bi dar ve bikin. Jinên ku xwestin bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bertek nîşanê polîsan bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û nehiştin ku dirûşim bê berzkirin.
 
Herwiha piştî daxuyaniyê jinan broşur jî belav kirin, afîş daliqandin û jin vexwendin meşa 25'ê Mijdarê.