Jinan ji Serhedê bang kirin: Li her derê berxwedan heye

  • 15:26 23 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Colemêrg, Wan û Agiriyê çalakî li dar xistin. Jinan di çalakiyê de diyar kirin ku dê têkoşîna jinan a li hemberî şîdetê bidome.
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Wan, Agirî û Colemêrgê jinan çalakiyên cuda li dar xistin û banga tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê, bi minasebeta 25 Mijdarê li avahiya HDP'ê ya li Çelê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevserok û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan û gelek jin tevî daxuyaniyê bûn. Avahiya HDP'ê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. 
 
Daxuyanî hêla hevseroka HDP'ê ya navçeya navendî Sînem Seven ve hat xwendin. Sînem, di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê û got: "Ev roj ji bo jinan bûye rojeke sembol. Îro jin bi her cureyên şîdeterê rûbirû dimînin. Li hemberî destkeftiyên jinan êrişek pêk tê. Ji dîrokê heta niha şîdeta mêr, dewlet û îqtîdarê hertim hebûye. 
 
Lê belê jin li dijî her cureyên şîdetê li qadan li ber xwe da ne. Berxwedana Xwişkên Mirabal a li dijî faşîzmê heta îro jî pêl bi pêl belav bûye. Jinan dê têkoşîna xwe ya li dijî şîdetê bi her awayî bidomîne. Li her derê berxwedan heye. Em têkoşerên jin silav dikin."
 
Daxuyaniya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
Li Wanê daxuyanî hat dayîn
 
Li Wanê Komeleya Jinan a STAR'ê xwest li ber avahiya komeleya xwe daxuyaniyek bide, lê dora avahiyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê û TJA tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser girîngiya têkoşînê. Her wiha jinan bertek nîşanî dorpêçkirê da. Jinan bi dirûşma dawî li daxuyaniya xwe anîn. Jinan piştî daxuyaniyê biroşurên ku ji bo 25'ê Mijdarê hatî amadekirin li bazarê hatin belavkirin. 
 
Li Agiriyê jinan kart ji girtiyên jin re şandin 
 
Li Agiriyê jî TJA û Meclîsa Jinan HDP'ê ya Agiriyê ji girtiyên jin re kart şand. Jinan li avahiya HDP'ê ya bajêr kom bûn. Her wiha li avahiya HDP'ê pêşengeha jinan jî hat vekirin. Di pêşengehê de wêneyên jinên ku hatî qetilkirin hatin pêşandan.