Li Hezexê bi çalakiya zincîra xemrî re meş hat lidarxistin

  • 14:14 23 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Jinan di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Hezexê bi çalakiya zincîra xemrî re meş li dar xistin. Jinan diyar kirin ku ewê li dijî zîhniyeta serdest li ber xwe bidin.
 
Li Botanê çalakiyên jinan ên di çarçoveya  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Cîhanê de bênavber berdewam dikin. Li navçeya Hezex a Şirnexê rêxistina Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi çalakiya zincîra xemrî re meşiyan. Meşa jinan ji bazara  li ser kolana Turgut Ozal hatî danîn heta serê kolanê berdewam kir. Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek jin tevlî bûn. Di meşê de wêneyên jinên ku hatin qetilkirin û dovîzên "Em li dijî çanda tecawîzê têdikoşin û xwe diparêzin, “Mêr dikuje dewlet diparêze" hatin hilgirtin. Di  meşa ku di bin dorbêça polîsan de pêk hatî, dirûşmên "Jin jiyan azadî", “Bijî Berxwedana Jinan”, “Berxwedan Jiyane” û “Denîz Poyraz Nemire” hatin berzkirin.
 
Piştre jinan li dawiya kolanê  daxuyaniyek kurt dan. Li ser navê jinan Hevşaredara Hezexê ya ku li şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin Songul Erdem axivî. Songul, desnîşan kir ku ji bobalê bikêşin ser qetilkirina jinan wan pêwistî bi vê çalakiyê dîtine û got ku heta dawiyê ew ê li dijî hişmendiya serdest a mêr li bexwe bidin.
 
Meş bi dirûşman bi dawî bû.