'Her kesên bêdeng dimînin mehkumî windakirinê ne'

  • 13:05 23 Mijdar 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 260'emîn a "Nobeta Edaletê de" li "Qorziya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" ya li ber Edliyeya Rihayê dan zanîn divê bêedaletî demildest bi dawî bibe. Malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got:"Her kesên bêdeng dimînin dê bibin mehkûmê windakirinê."
 
Li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzerên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. Kurê Emîneyê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bûbû. Emîne û Ferît Şenyaşar di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 260'emîn de didome. 
 
'Her kesên bêdeng dimînin mehkumî windakirinê ne' 
 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir:"Heta ku ji kesên ji dewletê hêzê digirin û êrişên terorî dikin hesap neyê pirsîn, wê kes neyê ‘helalkirin’. Her kesê ku li Meclîsê li hemberî vê yekê bêdeng dimînin, mehkumî windakirinê ne. Li deriyê Edliyeya Rihayê roja 260’emîn."
 
'Divê ev bêedaletî demildest bi dawî bibe'
 
Ferît Şenyaşar ê di vîdeoya hatiye parvekirin de axivî, wiha got:"Dayikek 9 meh in li pêş edliyeyê ji bo hevjîn û zarokên xwe yên hatine qetilkirin edaletê dixwaze. Bi biryareke siyasî kurekî wê jî 3 sal û nîv in girtî ye. Ev êdî ne bûyereke tekane ye. Di rojeva Tirkiyeyê de ye, di rojeva Meclîsê de ye. Em dixwazin ku demildest edalet pêk were. Ev şerma hemû Tirkiyeyê ye. Divê ev bêedaletî demildest bi dawî bibe."