Dê Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê li ser medyaya dîjîtal dengê xwe bilind bike

  • 11:54 23 Mijdar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dê Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Raperîna me ya li dijî tundiya mêr-dewletê neqediyaye, mezin dibe" îşev saet di 20.25'an de li ser medyaya dîjîtal çalakiya hashtagê li dar bixe. 
 
Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê re hindike ma. Bi vê munasebetê dê Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Raperîna me ya li dijî tundiya mêr-dewletê neqediyaye, mezin dibe" îşev saet di 20.25'an de li ser medyaya dîjîtal çalakiya hashtagê li dar bixe. 
 
Ji bo çalakiya dê bi dirûşma "Raperîna me ya li dijî tundiya mêr-dewletê neqediyaye, mezin dibe" bê lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.