Ji bo jin û zarokê wê yê li Kolnê hatin kuştin çalakî hate lidarxistin

  • 09:19 23 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan ji bo jin û zarokê wê ku hefteya derbasbûyî ji aliyê mêrê jê veqetiya bû ve hatin qetilkirin, li Kolnê çalakî li dar xistin.
 
Jin û zarokê xwe  ku ji Tirkiyeyê hatibûn koçberkirin ji aliyê mêrê jê veqetiya bû ve hatibûn qetilkirin û çend roj berê li çemê Niehlê cenazeyê wan hatibû dîtin . Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi banga Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Zora, ji bo jin û zarokê wê yên ku hatin qetilkirin çalakî hat lidarxistin.  
 
Cenazeyê jina 24 salî ku ji aliyê mêrê jê veqetiya bû ve  hate qetilkirin, tevî cesedê kurê wê yê 4 salî bi 15 kîlometreyî dûrî Bendera Niehlê li Worringenê hatibûn dîtin.
 
Jin li taxa Kalkê ya ku jina hat qetilkirin piştî ji mêrê pê re hatibû zwicandî veqetiya lê dima li hev civiyan
 û nerazîbûna xwe nîşan dan.
 
Jinan ji bo bîranîna jin û zarokê wê yên hatin qetilkirin find vêxistin û qurnefîl danîn.