'Em hemû malbatên girtiyan vedixwînin nobeta edaletê'

  • 09:03 23 Mijdar 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş li dijî binpêkirinên mafan û îşkenceyê li baroyê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. Malbatên girtiyan ên bi navê Fevziye Kolakan û Hesîna Guler têkildarî nobeta dane destpêkirin axivîn û bang li hemû dayikan kirin ku beşdarî nobetê bibin.
 
Her ku diçe binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde dibin. Bi taybetî jî girtiyên siyasî yên nexweş nayên tedawîkirin û ji hemû mafên xwe tên mehrûmkirin. Malbatên girtiyan li dijî van binpêkirinên mafan, nêzîkatiyên ne qenc û îşkenceyên li ser girtiyan "Nobeta Edaletê" li Baroya Amedê dan destpêkirin. Malbatên girtiyên nexweş ên ku ji roja yekem ve di nobetê de ne Hesîna Guler (73) û Fevzîye Kolakan (71) bi ajansa me re axivîn û bang li hemû malbatên girtiyan kirin ku xwedî li çalakiyê derbikevin.
 
'Ruxmê nexweşiyên giran ew nayên berdan'
 
Hevjînê Hesîna Guler, Sidik Guler ê 83 salî ye di Girtîgeha Îskenderûnê de ye, cezayê mueebetê girtiye û nexweşiyên weke dil, tansiyon û reşeba pê re heye. Sidik ê ku 26 sal in di girtîgehê de ye di vê pêvajoyê de du caran emeliyat bûye. Ruxmê nexweşî û temenê wî ew nayê berdan û di aliyê tendirustiyê de jî pirsgirêkên wî yên girîng hene. Li gorî Hesînayê dibêje ev 3 sal in wê bi xwe nikaribû serdana hevjînê xwe bike, dema herî dawî çûye gel bi kursiya astengdaran ew hatiye hevdîtinê. Di heman demê de jî Hesînayê diyar kir ku ew nikare pêwîstiyên xwe yên rojane pêşwazî bike û her tiştî jî ji bîr dike.
 
'Ya li girtîyên nexweş tên kirin ne wijadanî ye'
 
Kurê Hesînayê, Habîb Guler ê di 18 saliya xwe de hatiye girtin ev 30 sal in jî di girtîgehê de ye. Kurê wê jî pirsgirêkên tendirustiyê pê re heye. Hesînayê diyar kir ku demek dirêj e hevjînê wê pirsgirêkên tendirustiyê pê re heye û dema wî dibin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyê dibin û tînin. Hasîbeyê wiha berdewam kir:"Di dema tedawiyê de jî kelepçekirina kesekî 83 salî çiqas rast e û çiqas wijdanî ye. Herî dawî beriya 3 salan min wî dît û rewşa wî gelekî nebaş bû. Niha her ku diçe xirabtir dibe. Em nikarin herin serdanê jî. Her cure bê mafî li ser wan û me jî tên kirin. Her tiştî dikin lê bi hinceta şewbê hevdîtina vekirî qedexe ye. Jixwe çawa be jî em baş nizanin."
 
'Bibin dengê girtiyan'
 
Hesînayê di berdewamiya axaftina xwe de jî bang li hemû dayikan kir û got:"Em dizanin di welat de hema bêje di hemû malan de girtiyek heye. Girtîgeh bi hepsiyên me tije bûne. Ji vê bêmafiyê wirdetir îşkence li wan tê kirin û bi binpêkirinên mafan rû bi rû dimînin. Hem wan hem jî malbata wan dixin nav zehmetiyê. Em hêvî dikin ku hemû dayikên dil bi şewat li me kom bibin, xwedî li nobeta me derbikevin û bibin dengê girtiyan."
 
'Ez ji bo hemû girtiyan di nobetê de me'
 
Fevziye Kolakan jî dêya 2 girtiyên siyasî ên nexweş in. Kurekî wê yê bi navê Ahmet Kolakan di 18 saliya xwe de hatiye girtin û 28 sal in di girtîgehê de tê girtin. Ahmet nexweşiyên weke mîde û dil pêre heye. Birayê wî Mahsum Kolakan jî 7 sal in di girtîgehê de ye. Fevziye Kolakan a ji bo her du zarokên xwe di Nobeta Edaletê de cih girt jî ev agahî parve kir:"Gelek caran kurê min Ahmet pêwîst bû ku were emeliyatkirin lê daxwaza me ya refaqatê qebûl nekirin. Destûr nedan ku em herin gel. Ji ber van sedeman jî me newêribû ku em jî destûra emeliyatê bidin. Ew nehat emeliyatkirin. Niha jî pirsgirêkên girîng ên tendirustiyê pê re hene. Bi sedan girtiyên nexweş ên weke zarokên min hene. Ez îro ji bo wan hemûyan di nobetê de me."
 
'Em hemû malbatên girtiyan vedixwînin nobeta edaletê'
 
Fevziyeyê herî dawî jî bang li dayikan kir û got:"Em naxwazin cenazeyê zarokên me ji girtîgehan derbikevin. Pêwîst e îro em hemû bi hev re bibin tifaq û li hemberî hemû cureyên  bêmafiyan serî rakin. Em hemû malbatên girtiyan vedixwînin nobeta edaletê. Belkî em bi yek destî bibin hêviyek. Ji bo edaletê em di nobetê de ne û em li hêviya hemû malbatan in. Hêvî dikim ku rayedar jî dengê me bibihîsin û xwe ker nekin."