Şukran Kabalan Yeşîl: Em ê tu carî paş de gavê neavêjin

  • 19:31 22 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a KESK’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Tundiya li ser Jinê hevdîtinek jinê li dar xist. Hevseroka giştî a KESK’ê Şukran Kabalan Yeşîl a di hevdîtinê de axivî wiha got: “Em ê dev ji têkoşîna xwe ya aştî û wekheviyê bernedin. Em ê tucar ji ber gef û girtinan gavê paş de neavêjin. Em ê li hemberî wê xwe hîn bêhtir rêxistin bikin û serhildana xwe mezin bikin.”
 
Jinên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê li avahiya Egitim Senê hevdîtina jinê çêkirin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kabalan Yeşîl û endamên meclîsa KESK’ê beşdarî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de Şukran Kabalan axivî.
 
‘Li hemberî tundiya dewletê em li vir in’
 
Şukranê diyar kir ku ew her sal li bajarekî starta xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê didin û îsal jî bi taybet Amed hatiye hilbijartin. Şukranê wiha berdewam kir: “Wateya hatina me ya vir heye. Di demên dawî de bi taybetî li Amedê êrişên mezin li dijî endamên me pêk tê. Gelek endamên me hatin binçavkirin û girtin. Bi taybetî ji bo li hemberî êrişên dewletê em serhildana xwe bînin ziman em kom bûn. Me starta xwe da û em ê rojê bi hevdîtina jinan re bi dawî bînin.”
 
‘Em astengan nas nakin.
 
Şukranê bal kişand ser ablukaya polîsan a ku di starta îro hatiye dayîn de pêk hatiye û got: “Daxuyaniya ku me îro daye rastî astengiya polîsan hat. Mafê me yê herî xwezayî jî ji destê me tên stendin. Lewra rûxmê hemû astengan me daxuyaniya xwe da. Em li vir jî diyar dikin ku em ê tucar ji gef û êrişan re serî netewînin. Em astengan nas nakin. Em ê li hemberî hemû cure tundiya mêr – dewletê li qadan bin û serhildana xwe mezin bikin.”