Li Silêmaniyê wêneyên jinên şoreşger hatin daliqandin

  • 16:58 22 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, li Silêmanî çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên jinên şoreşger û pankartên ku li dijî şîdetê hatî nivîsin hatin daliqandin.
 
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, li Silêmaniyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê, bi dirûşma "Şoreşa Başûr şoreşa jine ye, şîdet berhemê hişmendiya desthilatê ye, jin çavkaniya jiyanê ye"  li Parka Azadî çalakiyek li dar xist. 
 
Di çalakiyê de jinan wêneyên pakrewanên jin û şoreşger, parkatên li ser dirûşmeyên li djiî şîdetê hatin nivîsandin daleqandin. Çalakiyê bala ciwanên bajêr kişand ser xwe.
 
Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şatû Mihemed ji Rojnews’ê re axivî û got: “Me îro weke jinên ciwanan dest bi yekem çalakiya ji bo 25’ê Mijdarê kir ku bi salane tê kirin. Bi daleqandina van wêne û posteran dixwazin jin û ciwanan hişyar bikin.”
 
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer wê heta 25’ê Mijdarê çalakiyan li dar bixin.