Ji Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava komcivîna 25'ê Mijdarê

  • 16:51 22 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hêla Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi dirûşma "Têbikoşe dagirkerî û tundiyê têk bibe" bi minasebeta 25'ê Mijdarê komxebatek hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava, bi minasebeta 25'ê Mijdarê komcivînek li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasa Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Komxebat bi dirûşma "Têbikoşe dagirkerî û tundiyê têk bibe" û bi tevlîbûna endam û rêveberên sazî û meclisên herêma Efrînê pêk hat. 
 
Di komxebatê de endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava Suad Hiso axivî û bal kişand ser dîroka 25'ê Mîjdarê. Suad, di axaftina xwe de bal kişand ser xalên ku di komxebatê de hatine nirxandin. 
 
Ji rêveberiya Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê Ayşe Sîdo, tundiya li ser jinan tê meşandin şermezar kir û behsa komcivîna ku li dar xistine kir û wiha got: "Bi hatina 25'ê Mijdarê re me komcivîn li dar xist. Şîdet bi avabûna zîhniyeta mêrê desthilatdar re bi pêş ket. Ji ber ku civaka êzidî li ser koka xwe ya resen mabû şîdet bêtir li ser dihat meşandin.
 
Neteweyên Yekbûyî 25'ê Mijdarê wekî roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ragihand lê li ser rûyê erdê û ruxmî zagonên ku parastina mafên jinan û civakê dikin hene jî dîsa heya vê kêliyê tundî û îşkence li ser civakê û bi taybetî li ser jinan tên meşandin. Li Şengalê tundiya herî xirab li ser jinên êzidî hatiye kirin. Li herêmên dagirkirî çeteyên dewleta tirk rojane jinan bi tundiyê re rûbirû dihêlin û îşkenceyan li dijî wan dimeşînin. 
 
Ger zagon û biryarên dewletan cihê xwe rast bigirtana wê dawî li tundî û îşkenceyê bihata. Hedefgirtina jinan û binçavkirina wan jî cureyek ji cureyên tundiyê ye. Armanc ji vê hedefgirtinê ew e ku îrade û vîna jinên azad ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye, biçewisînin û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine bin pê bikin. Em ê bi tekoşîn û serhildana xwe rê li ber tundî û şîdetê bigirin." (JINHA)