TJA'yê rapora xwe ya salekê ya tundiya li dijî jinê eşkere kir

  • 12:44 22 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - TJA'yê, rapora xwe ya salekê ya tundiya li dijî jinê ya li herêmê aşkera kir. Di raporê de wiha hate gotin: “Desthilatiya siyasî, li bajarên Kurdistanê di serî de li dijî jinên ciwan û hemû jinan tawanên şer pêk tîne, ew kesên ku van tawanan dikin rasterast tên teşwîqkirin û bi tu awayî nayên cezakirin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya Amedê, rapora xwe ya salekê ya tundiya li dijî jinê ya li herêmê aşkera kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinan a Rosayê û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) beşdar bûn. Her wiha posterên Îpek Er, Denîz Poyraz û Gulîstan Doku hatin daliqandin. 
 
Metna raporê aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç xwend. Dîlan destnîşan kir ku jin li her deverê û kolanan li hember serweriya mêr, tundî, desthilatdarî û li hember şer, ji bo cîhaneke wekhev û azadiya jinê qêrîna xwe didomînin. Dîlanê wiha axivî: “Weke jinên kurd, em ên ku bi dehan salan e ji bo azadiya jinan têdikoşin, me dest ji kolanan û ji berxwedêriya xwe ya li dijî her cûre tundiya mêr-dewletî berneda. Em dibînin ku li ser erdnîgariya me şer û tundiya li ser jinan her ku diçe girantir û zêdetir dibe. Em jî li hember vê helwesta mêr û dewletê ya şerxwaz berxwedana xwe mezintir dikin. Îro li erdnîgariya Kurdistanê şerê ku didome, ne tenê ji aliyê fizîkî, ji aliyê derûnî, aborî û civakî ve jî gelek tiştan ji xwe re kiriye hedef  û rûxandinê pêk tîne.”
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
 
Di çarçoveya Polîtîkayên Şerê Taybet de, bi taybetî jinên ciwan hedef tên girtin û dixwazin bi pêkanînên qirêj têkoşîna jinan têk bibin. Azadiya jinan ku bi têkoşîna gelê kurd hatiye avakirin û gihîştiye astekê, dixwazin bi polîtîkayên xwe yên li ser jin û ciwanan bi xwezaya civakê bilîzin û biguherînin. Ji roja ku AKP-MHP bûn desthilatdar heta îro, vîna jinan weke muhafazakar û jinên maqûl dîtin û li hemû qadên jiyanê  jî ev helwesta xwe ya li hemberî jinan li ser civakê ferz kirin. Di her pêvajoya ku li hember xwe wek tehdît dibînin de, berî her tiştî destkeftiyên jinan ji xwe re kirin hedef û tundiya li ser jinan jî ji xwe re wek rêya sereke ya xilasbûna ji têkoşîna jinan dîtin.
 
Li Girava Îmraliyê ku weke sembol û nîşaneya bêhiqûqiyê ye, pêkanînên "rewşa îstîsna" li ser hemû civakê tên meşandin û ev pêkanîn weke kevneşopiyeke dewletê bûye bingeha hemû bêcezakirinan. Rastiya milîtarîzmê ya ku ji serdestiya mêr hêzê digire, hêmana bêcezatiyê ji xwe re dike hincet, dike zirx û tundiya xwe zêdetir dike. Li erdnîgariya Kurdistanê êrîşên tundiyê yên li ser jinan di nav vê zirxê de teşe digirin. Jin ne tenê li hember serweriya mêr, li hember netew-dewlet ku serweriya birêxistinkirî ye û li hember hemû creyên faşîzmê jî li ber xwe didin.
 
Di pêvajoya amadekirina rapora xwe de, me dît ku em bi rewşeke ku di çapemeniyê de tên nivîsandin an jî bi raya giştî re tê parvekirin wêdetir re rû bi rû ne. Li bajarên me bi destê kesên bi ûnîforma şerekî taybet ku jinan hedef digire tê meşandin. Weke perçeyekî ji şer, girtina gelek saziyên jinan, her roj binçavkirin û girtina aktîvîstên me,  her çiqas di dema nivîsandina raporê de, xwegihandina agahiyan de zor dabe me jî, careke din da xuyakirin ku ev rewşeke tundiyê ye û divê di heman demê de em li hember vê rewşê jî  têbikoşin.
 
Li gor rapora me; Bi destê bîrdoziya serdestiya mêr ku bi hezaran salane hatiye avakirin, qetilkirina jinan,  çawa ku jin ji aliyê fizîkî ve di xetereyê de ne, di heman demê de ji ber nasname, çand û tercihên xwe yên polîtîk jî tên cezakirin û tune tên hesibandin.  Jinên ku li hember van polîtîkayan derdikevin, têkoşînê dimeşînin, civakeke wekhev û azad diparêzin, bi destê dewletê rastî tacîza darazê tên û dibin hedefa hemû polîtîkayên qirêj. Tecrîda ku tê girankirin, weke amûra meşrûkirina bêhiqûqî û bêcezakirinê tên bikaranîn. Her sûcên dewletê yên li hember her keseke/î Kurd û jinên Kurd bi weke susên  "teror"  tên nîşandan.
 
Ev ne tenê bi serweriya mêran, bi sedema feraseta desthilatdariyê ya polîtîkaya fetihkirinê derdikeve holê. Em wek jinên kurd çawa ku  me duh li hember van polîtîkayan serî netewand û me civak bi wekheviya jin û mêran da bawerkirin,ji  îro pê ve jî li hember van êrîşan, em ê tu caran dev ji têkoşîna azadiya jinan bernedin û xweparastina xwe li hemû qadên  jiyanê pêk bînin. Rapora me ya ku me îthafî (diyarî) rêhevala xwe ya jin Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin kir.
 
Di rapora ku hatî parvekirin de van xalan cih girtin; 
 
* Li Kurdistanê 259 jin ji ber tundiya mêrên ku di jiyana wan de ne jiyana xwe ji dest dane. Ji wan 37 jin bi awayekî gumanbar, 22 jin jî ji aliyê mêrên ku di jiyana wan de ne hatine kuştin. Fuhuş li ser 15 jinan hatiye ferzkirin, 8 jin hatine tecawizkirin, 4 jin jî hatine tacîzkirin. Ew dane tenê ji serlêdanên jinan ên li saziyekê pêk tê.
 
Erîşên li dijî deskeftiyên jinan a polîtîkayên bêcezatiyê
 
*Saziyên ku dane qeyd kirine bi rêbazeke kêm/ teng girtine.
 
*Rêxistinên tevlihev serlêdanên jinan di raporek taybet de kom nekirine, berovajî di nav raporên giştî de nivîsîne.
 
*Saziyên civakî cih nedane hejmara jinên ku rastî tundiyê hatine û ji bo vê yekê serî li wan dane.
 
Tundiya bi unîforma
 
Di sala 2020'î de 75 jinan serî li Buroyê dane û 45 ji van jinan kurd bûn. Li gor van 45 jinên kurd sûcdar ev kes bûn;
 
 Polîs : 49
 
Cendirme/Leşker : 15
 
Tîma Taybet : 3
 
Cerdevan : 1
 
Gardiyan : 19
 
Nobedar : 1
 
Peywirdarên din ên cemaweriyê : 30
 
DAIŞ : 1
 
Tundiya biunîforma ya ku ji hêla civakê ve tê zanîn û em jî ji wan agahdar in ev in;
 
* Tê zanîn ku leşker, polîs, nobedar û cerdevan li ber dibistanan wek sivîlan disekinin û dixwazin bi jinên ciwan re têkiliyan deynin. Ev kesên biunîforma hewl didin ku jinên ciwan bi sozên wek “evîn, zewacê” bixapînin.
 
*Ev kesên biunîforma torên civakî yên jinên ciwan dişopînin. Dema ku jinên ciwan naxwazin bi van kesan re bipeyivin jî ev kesên biunîforma gefê li wan dixwin.
 
*Ev kesên biunîforma wêneyên têkiliya zayendî digirin û dîsa gefê li jinan dixwin. Ev kesên biunîforma bi wêne û axaftinan jinan dixin tora fihûşê.
 
* Jinên ku ji van kesên biunîforma re dibêjin em ê giliyê we bikin, ji aliyê wan kesan ve bi wêne, peyam û axaftinan tên tehdîtkirin, ev kesên biunîforma bûyera Musa Orhan tînin bîra jinan û jin neçar dimînin û giliyê wan nakin.
 
* Dema ku jinên ciwan naçin mala xwe yan jî dema ku tên revandin malbat diçe serî li qereqolan dide lê belê li qereqolê polîs ji malbatan re dibêjin “herin mala xwe, ew ê vegere”. Bi vî awayî giliyên malbatan nayên qeydkirin, mêrên ku jinan direvinîn nayên cezakirin û pere didin malbata keçikan û bi keçikan re dizewicin.
 
* Sektora fihûşê bi navê “Xaniyên bi kirê yên ji bo rojekê” ev salên dawiyê tê teşwîqkirin. Li her derê Kurdistanê ev xanî hene û îlana wan li her derê ye. Ev xanî bi zanebûn nayên kontrolkirin.
 
* Kesên biunîforma li kafe, park û rawestgehan kaxizên ku hejmarên telefonan li ser in didin jinên ciwan. Kesên ku madeyên hişbirê difiroşin tên zanîn lê belê nayên astengkirin. Ev kes li ber dibistanan madeyan difiroşin ciwanan.
 
* Jinên ku di nava têkoşînê de ne ji aliyê hevjînên xwe, zarokên xwe, xizmên xwe û ciranên xwe ve tên krîmînalîzekirin.
 
* Dema ku sûcdar yekî biunîforma be jin ditirsin gilî bikin. Ji ber ku dizanin ew ê ji qereqolan bên derxistin û giliyên wan dê neyên qeydkirin, lewma bêdeng dimînin.