Parlementerên HDP'ê serdana "Nobeta Edaletê" kirin

  • 17:12 21 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên siyasî ên nexweş di roja 6'emîn de berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê ji bo piştgiriyê serdana malbatan kirin.
 
Malbatên girtiyên siyasî ên nexweş di 16'ê Mijdarê de li dijî binpêkirinên mafan, nêzîkatiyên ne baş û îşkenceya li ser girtiyan "Nobeta Edaletê" dabun destpêkirin. Nobeta ku li Baroya Amedê hate destpêkirin di roja 6'emîn de berdewam dike. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Remziye Tosun, Semra Guzel û Dersîm Dag serdana malbatan kirin.
 
'Em heta dawî li pişta girtiyên xwe ne'
 
Reşahat Ada ya ku birayê wê Hemdusena Ada 13 sal e girtî yediyarkir ku ew bi salan e nikarin girtiyên xwe bibînin û nikarin pêwîstitên wan jî pêşwazî bikin. Reşahad wiha berdewam kir: " Ne li me şeve ne jî roj e. Ew ne tenê îşkencê li girtiyên me dikin li hemu malbatên wan jî dikin. Em rica dikin ku siyasetmendar, malbatên girtiyan, İHD û Baroya Amedê jî piştgirî bidin çalekiya me. Pêwîste em bi yekdestî xwedî li hev derkevin.”
 
‘Îro dora me be, sibe jî dora we ye’
 
Fevziye Kolakan a 2 kurên wê di girtîgehê de ne jî bi van gotinan çalekiya li dar xistine vedibêje: “Bi rojane em li vir in û heta dawî jî ji bo girtiyên xwe em ê di çalekiyê de bin. Ji ber k tundî, îşkence li wan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin.  Bi salan jî ruxmê nereazîbûnên me jî girtiyên me rastî van nêzîkatiyên ne baş tên. Pêwîste hemû malbatên me jî xwedî li çalekiya me derbikevin. Em ne ji bo xwe tenê ji bo me hemûyan li virin. Ger îro dora me ye, sibe jî dora we ye.”
 
‘Pêwîstî bi piştgiriyek xurt heye’
 
Parlementer Semra Guzel jî ji bo piştgiriya xwe bîne ziman axivî û got: “Mijara girtiyên siyasî ên nexweş bi taybetî di rojeva me de ye. Em rewşa wan dişopînin û nêzîkatiyên li hemberî wan dibînin.  Bi taybetî  pêdiviyên girtiyên nexweş nayên pêşwazîkirin û gelek ji wan jî rûxmê rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne jî tên girtin. Em cardin dibêjin em ê heta dawî jî bibin dengê girtiyan. Lê pêwîste ev pirsgirêk civakî bibe. Pêwîste hemû civak û malbat hestiyar nêz bibin û beşdarî çalakiyê bibin.”