Ji TJA û xizmên windayan li gelek bajaran daxuyaniya hemwext

  • 13:20 21 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşengiya TJA û xizmên windayan de li gelek bajaran daxuyanî ji çapemeniyê re tên dayîn.
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY DER)  bi dirûşma "Em azadiyê diparêzin" li gelek bajaran li ber girtîgehan daxuyaniyên hemwext tên dayîn. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Dîlşad Canbaz, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Stenbolê Elîf Bulut, Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê tevli daxuyaniya li Stebolê hat dayîn bûn. 
 
'Em banga têkoşînê li jinan dikin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut diyar kir ku ew li dijî tundî û cudakariyê li ber girtîgehê hatine gel hev û berdewam kir, "Em ji bo ku jin neyên qetilkirin li qadan e. . Hevalên me yên li girtîgehan ji ber ku ji bo azadiyê têkoşîn dane niha girtî ne. Ji bo ku ev pergal bê guhertin û pergalek adîlane bê avakirin divê jin yekitiya xwe ava bikin. Di 25'ê Mijdarê de di serî de Taksîm wê jin li herderê dakevin qadan. Ew jî dizanin ku jin xwe bi rêxistin dikin û ji vê ditirsin. Heta ku em rêxistinbûna xwe misoger bikin em ê li qadna bin."  
 
Elîf bang li hemû jinan kir ku bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî got, "Li girtîgehan mafên hevalên wan ên jin tê binpêkirin lê  kujerên jinan serbest digerin. Em hevalên xwe yên li girtîgehan ên ku li derve têkoşînê didin silav dikin.  Bijî piştevaniya jinan."
 
Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar jî got ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û îqtîdara ku hêza xwe winda dike êrîşî Îmralî û jinan dike."
 
Piştre daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê rêvbera MATUHAYDER'ê Sebat Karul ve hat xwendin. 
 
Amed
 
Bi pêşengtiya Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran  a Med (MED- TUAD- FED), Meclîsa Jinên a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ( TUAY-DER), Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê û Tevgera Jinên Azad ( TJA)  bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li ber deriyê girtigeha Amedê  ya tipa D'yê li hemberî tundiya li ser jinên girtî tê meşandin daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de  dovîzên "Qetlîema jinan qirqirina jiyanê ye" , " Dem dema azadiya jinê ye", "Jin li hemberî tundiyê ye" hatin vekirin. Li gel Parlementerên HDP'ê Remziye Tosun, Dersîm Dag û Semra Guzel gelek jin û xizmên girtiyan jî tevli daxuyanî bûn. Beriya ku daxuyanî bê dayîn polîsan qad dorpêç kirin, kontrola nasnameyan kirin û nehiştin ku pankart bê vekirin. 
 
Daxuyaniyê li ser navê komê endama MED TUAY-DER’ê Sunay Aslan xwend.
 
Piştî daxuyaniya parlamentera HDP'ê Remziye Tosun axivî û bertek nîşanî astengiya ku polîsan derxist da.
 
Rojnameger hatin astengkirin û nexwestin ku rojnameger karê xwe bikin .Herwiha polîsan nehişt ku dayika Aştiyê ya ji Şirenxê hatiye û aktîvîstên TJA'yê tevli daxuyaniyê bibin. 
 
Çalakî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan"  bi dawî bû. 
 
Îzmîr
 
Li îzmîrê jî TJA û EGE TUHAY DER'ê li ber Sumerbanka kevin daxyanî dan.  Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî şer, xizanî û tundiyê dem dema azadiyê ye" hat vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî"  û " Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Nîlay Guleser a ku tevli daxuyaniyê bû ve hat xwendin. 
 
Piştî Nîlayê Parlamentera Rihayê Aşye Sûrucu axiî û got, "Cihekî din ku faşîzmê li wê zextên xwe zêde kirine jî girtîgeh in. Bi  pakêta darazê ku derxistin re hemû hevalbêndên xwe yên çete serbest berdan. Lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû hiştin.  Bi hezaran girtiyên nexwş hene û di şert û mercên xirab ên girtîgehê de tên girtin. Yek ji van Emîne Aydogan bû. Emîne 75 salî û nexweşa giran bûn. Li gel hemû serlêndanan nehat tahliyekirin. Divê girtiyên nexweş bên tehliyekirin. Em ê jin li hemberî van pêkanînan têkoşîna xwe zêde bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
 
Wan
 
TJA û TUHAY DER'a Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê bal kişandin ser binpêkirin mafan ên li girtîgehan û li nêzî Kampusa Girtîgeha Wanê daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan hevserokên DBP û HDP'ê yên Wanê, Aktîvîstên TJA'yê û zizmên girtiyan tevli daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvbera TUHAY DER'ê ve hat xwendin de pankarta bi dirûşma "Li dijî şer, tundî û xizaniyê dem dema azadiya jinê ye" hat vekirin. 
 
Piştî daxuyaniyê parlamenter Muazzez Orhan axivî. Muazzez astengikirina daxuyaniya ku ji bo azadî û xweparstinê hatiye dayîn şermezar kir û berdewam kir, "Em ê li her qadê li ber xwe bidin jiyana xwe biparêzin. Ez banga têkoşînê li hemû jinan dikim."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.