Gelo qêrîna ji bo pêkanîna edaletê we aciz nake?

  • 13:01 21 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 258'an a Nobeta xwe ya Edaletê de ev pirs kir: "Qîrîna ji bo pêkanîna edaletê ya malbatke ku bê edaletî lê hatiye kirin we aciz nake?"
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjin û 2 kurên Emîne Şenyaşar kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bûbû, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê ku dabûn destpêkirin, di roja 258'an de didome. Ji ber ku îro edliye girtî ye malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kir.
 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir: "Ji bo ku hûn rihetiya xwe ya li Edliyeya Rihayê xira nekin, hûn dibin hevparê sûc û zilmê. Li vî welatî ne mexdûran, kujeran darizînin? Qîrîna ji bo edaletê ya malbeteke ku bê edaletî lê hatiye kirin gelo qet we aciz nake?"