Benedetta Argentieri: Fikrên Abdullah Ocalan li dijî sîstemê alternatîf in

  • 09:09 21 Mijdar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnameger û Çêker Benedetta Argentieri ku di Keştiya Azadiyê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji Yewnanîstanê bi rê ket û diçe Îtalyayê de cihê xwe digire wiha got:"Perspektîfên Konfederalizma Demokratîk a Abdullah Ocalan û fikrêna wî li dijî sîstmê alternatîf in. "
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Ev 8 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Gelek aliyên felsefeya Rêberê PKK'ê dihebînin çalakiyan li dar dixin. Di vê çarçoveyê de bi banga Însiyatîfa Azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan 40 aktivîst li Keştiya Azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan siwar bûn. Keştiya Azadiyê di 9'ê Mijdarê de ji Yewnanîstanê bi rê ket û di 12'ê Mijdarê de gihaşt bajarê Napolî yê Îtalyayê. Rêwiyên Keştiya Azadiyê li Napoliyê jî meşek li dar xistin. Di meşê de bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan. 
 
Rojnameger û Çêker Benedetta Argentieri ku ji Îtalyayê ye û di Keştiya Azadiyê de cihê xwe girt bal kişand ser armanca çalakiyan û fikrên Abdullah Ocalan. 
 
*Em di destpêkê de dikarin we nas bikin?
 
Navê min Adım Benedetta Argentieri ye û ez çêkerên filma me. Xebatên min li ser pirsgirêkên jinan e û ez li ser pevçûnên cîhanê kûr dibim. Ez çûm li Başûr û Rojava geriyam. Li herêmên cuda yên Kurdistanê ez geriyam. Loma min Tevgera Jinê ya Azad û teoriyên siyasî yên li dorê kom bûne nas kir. Ji wê demê de ye ez li ser vê mijarê dixebitim. 
 
Rêwîtiya sembolîk
 
*Hûn beşdarî çalakiya Keştiya Azadiyê bûn. Tiştê bû sedem hûn beşdar bibin çi bû?
 
Erê ez beşdarî çalakiya Keştiya Azadiyê bûm. Balkişandina ser rewşa Abdullah Ocalan ji bo min fikreke cuda bû. Nêta me ew bû ku em heman seyahata ku di Mijdara 1998'an de Ocalan mecbûr ma ji Yewnanîstanê biqete û biçe Îtalyayê bikin. Mixabin wê demê hukumeta Îtalyayê di dema xwe de neketibû nava tevgerê. Lê dema îltica nas kiribûn Ocalan jixwe hatibû girtin. Ev rêwitiyeke sembolîk bû. 
 
*Hûn ji nêz ve bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan eleqedar dibin. We çawa fikrên Abdullah Ocalan nas kir?
 
Dema min cara ewil Tevgera Azadiya Kurd û Abdullah Ocalan bihîst sal 1999 bû. Ew dema hatibû girtin bû û li Ewropayê hinek tevger çêbûn. Ew tên bîra min. Ya rast piştî deh salan şûnde bi fikrên wî eleqedar bûm. Pêşniyarkirina civaka demokratîk a ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bandoreke mezin li ser min kir. Ev alternatîfeke ji bo sîstemê ye. Wekî min got ez çûm Rojava û cihên din ên ku min Konfederalizma Demokratîk di pratîkê de lê dît. 
 
'Şerdên di nav de ye derveyî mirovahiyê ye'
 
*Abdullah Ocalan ev 22 sal in di bin tecrîdê de ye. Hûn derbarê vê de çi difikirin?düşünüyorsunuz?
 
Şerdên Abdullah Ocalan di nav de ye derveyî mirovahiyê ye. Gelek saziyan diyar kirin ku ev li dijî peymanên navneteweyî ye. Em dizanin demeke dirêj e bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Ev yek ji bo malbata wî jî derbas dibe. Divê em gelek girtiyên siyasî yên di bin şerdên dijwar de li girtîgehên Tirkiyeyê tên girtin jî bi bîr bixin. Em behsa bi hezaran mirovên ji ber fikrê xwe yê azad di girtîgehan de tên girtin, dikin. 
 
*Niha li cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. Ev bes in gelo?
 
Şermezarkirin bes e nizanim lê divê heta niha ji bo ev tecrîd bê sivikirin zext li ser Tirkiyeyê bê kirin. Ji bo mirovan girîng e ku bizanibin çi dibe. Loma ev şermezarkirin girîng e. 
 
'Ocalan li Îtalyayê tê naskirin'
 
Li welatê we (Îtalya) şaredariyekê xelata hemwelatiyê ya fahrî da Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan li welatê we çawa tê naskirin?
 
Gelek şaredariyan ev xelat da Abdullah Ocalan. Li Îtalyayê tevgereke xurt a piştevaniyê heye loma Abdullah Ocalan li vir tê naskirin. 
 
'Fikrên wî îlham da min'
 
*Azadiya Abdullah Ocalan ji bo gelan bi taybet ji bo we çima girîng e?
 
Fikrên Ocalan li cîhanê îlham da gelek kesî. Perspektîfên Konfederalizma Demokratîk a Abdullah Ocalan û fikrêna wî li dijî sîstmê alternatîf in. Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kurdan ji bo kesên ku ji hinek nirxan bawer dike sembol e. 
 
Berî wî Nelson Mandela ji 20 salî zêdetir di girtîgehê de ma, tenê ji ber azadiya gelan dixwest wekî terorîst hat sûcdarkirin. Niha jî dema azadiya Abdullah Ocalan.