'Gelê Kurd dê bi têkoşînê tecrîdê hilweşîne'

  • 09:02 21 Mijdar 2021
  • Rojane
 
WAN - Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên Erdîşê xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin û gotin: "Gelê Kurd ê di bin zext û zordariyê de têdikoşe, wê tecrîdê têk bibin û dê teqez bi ser kevin."
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in bênavber didome. Bi kampanyayên li dijî tecrîdê hatin destpêkirin, Kurdistanî û dostên wan dadikevin qadan û bertekên xwe nîşan didin. Tecrîda ku weke sîstemeke taybet li Îmraliyê hat destpêkirin, îro li hemû qadên civakê tê meşandin.
 
Dayikên Aştiyê û xizmên wan ên li navçeya Ercîşê ya Wanê diyar kirin ku bi têkoşîna wan wê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
 
'Bila tecrîd bi dawî bibe'
 
Xizma girtiyê bi navê Hanim Dînçer, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî girtiyan û xizmên wan zêde dibin û got: “Girtî ji ber parastina jiyana bi rûmet di girtîgehê de ne. Çil sal in em di bin zilma dewletan de şer dikin. Zarokên me dikujin û îşkence dikin. Bi saya têkoşîna Kurda îro haya me ji hebûna xwe hebû. Bila mafên Gelê Kurd bên naskirin û aştiyeke bi rûmet pêk were. Em mafê xwe yê tenduristî û perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”
 
'Tecrîd herî zêde zimanê me dike hedef'
 
Guzel Çetîn, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan êdî li ser tevahiya civakê tê meşandin û diyar kir ku herî zêde zimanê kurdî bi polîtîkayên asîmîlasyonê hatiye çewisandin. Guzel anî ziman ku ziman ji bo gelan meseleya “hebûn û tinebûnê” ye û wiha bi lêv kir: “Ez bi taybetî bang li jinan û dayikan dikim; Rica dikim! Li malê an li kolanan bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê xwe baş bikin, nehêlin ew winda bibe."
 
'Zilma li ser Gelê Kurd bi dawî bibe'
 
Dayika Aştiyê Huriyet Keser diyar kir ku êdî naxwazin xwîn bê rijandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Zilma li ser Abdullah Ocalan divê raweste. Hûn ê heta kengî vê zilmê bidomînin? Bi sala ne Gelê Kurd înkar dikin. Êdî bes e, hûn ê heta kengê zexta xwe bidomînin? Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin bi însanî bijîn. Em bi zarokên xwe re jiyanek dixwazin."
 
'Em ê bi hev re tecrîdê bi dawî bikin'
 
Dayika Aştiyê Fehîme Guler, diyar kir ku li dijî zilmê pêwîstî bi yekîtiyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her çend serê me ji bedena xwe derkeve û berê xwe bide cihên cuda, em li pişt ziman, nasname, çand û doza xwe ne. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. Bi yekitî û têkoşîna xwe em ê dawî li tecrîdê bînin.”