Gaziyên jin qetilkirina jinan şermezar kir

  • 12:37 12 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina jinan ku di demên dawîn de zêde bûye, şermezar kir û û got: "Em qetilkirina jinan weke qetilkirina xwezayê û jiyanê dibînin. Em bang li tevahî jin û mêran dikin û dibêjin werin em jiyana xwe bi çand û exlaqê civaka demokratîk biparêzin."
 
Di demên dawîn de li tevahî cîhanê, Rojhilata Navîn û li çar parçeyên Kurdistanê rojane bûyerên sosret yên kuştina jinan rû didin. Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hember van qetilkirinan bertek nîşan da, banga têkoşîn û hevgirtinê li jinan kir. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: 
 
"Teqez divê were zanîn ku bi kuştina her jinekê re jiyan tê kuştin, mirovahî ber bi serdema hovitîyê de tê sewqkirin. Ji sedî sed em nikarin bûyerên sosret ên kuştina jinan wer ji rêzê bigirin dest an jî xwe li nedîtînê deynin. Jixwe beşek ji civakê di tevahî mijaran de rola sê meymûnan dilîze, çav, guh û devê xwe digire û xwe li ehmeqiyê datîne. Bi rastî tişta herî sosret jî ew e li warê şoreşa jinê, li jinê were xistin û di nava salekê de bi dehan jin bi nave xwekuştinê werin kuştin. Qet mirov texmîn jî nake ku li Rojava Kurdistanê, warê berxwedanê jin werin kuştin. Ev jî cihê şerm û xemgîniyek mezin e. Bi taybet jî li bajarê Kobanê cihê berxwedana dîrokî jin werin kuştin.
 
Divê qet rê nedin qetilkirina jinan
 
Her çi qasî em dizanin ku herêma Kobanê feodal û muhafezekar e jî di heman demê de Kobanê bajarê yekem e yê Rêber Apo di dema hicretê de xwe lê girt û ji wir berê xwe da Rojhilata navîn, di şoreşê de vekirin çêkir. Ya din jî bajarê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû keleha şêrejin û mêrxasên weke Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Zehra Penaber, Gelhat, Çekdar û bi dehan Egîd û çelengan. Ew berxwedan ji jin û civakê re bû mîrateya çandî û siyasî.
 
Berhemên şoreşê pêwîst e qet rê nedin kuştina jinan. Çawa dibe ku di warê berxwedana dîrokî de û li ser mîrateya wan, di şêre jinên qehreman û xweşmêran de jin werin kuştin. Teqez hewce ye li ser van bûyeran pir baş were lêkolînkirin û divê jin, ciwan û tevahî beşên civakê helwestên xwe yên tund deynin holê, li jin û jiyanê xwedî derkevin. Bi rastî di serdemên kevin ên bihurî de jî bûyerên wer sosret ên kuştina jinan rû nedane. 
 
Hewceye qiyamet bê rakirin
 
Çawa dibe ku piştî şoreşê bûyerên kuştina jinan ên wisa sosret çêdibin. Teqez pêwîst e were zanîn ku bûyerên xwekuştinê û dana kuştin xweber nînin, di encama siyaseta dewleta Tirk a faşîst de xwe rû didin. Demldest divê li ser bûyerên kuştinê were sekinandin û werin bihurîn. Kuştina jinan mijara herî sereke ya civakê ye û hewce ye mirov pir ciddî li ser raweste, bi hûrgulî lêkolîn bike. Erka sereke ya hêza pêşeng a nûnertiya civakê dike jin û ciwan in. Di heman wextê de wezîfe û erka tevahî beşê civakê ye ku helwestên xwe yên tund li hemberî kiryarên dermirovî yên kuştina jinan deynin holê û mehkûm bikin. Pêwîst e were zanîn ku her bûyerek destdirêjiya li ser jinê, destdirêjiya li ser jiyanê ye û divê were tewanbarkirin, hesabê, pêwîst were xwestin. Hewce ye bi kuştina her jinekê re qiyamet were rakirin. Jixwe 5 hezar sal in jin têne kuştin û talankirin. 
 
Çima bûyerên wiha çêdibin?
 
Lê di serdema şoreşê de çima bûyerên wiha reşkujî, rû didin ku ev mijareke gelekî sosret e. Teqez pêwîst e bê zanîn ku kevneşopî û bûyerên “şerefparastinê”, kiryarên hişmendiya dewleta Tirk a faşîst e û pir bi zanebûn civak li hemberî jinê tê sorkirin. Baş e niha li vir em ê pirs bikin gelo sedema kuştina jinan çi ye? Wateya xwekuştin û dana kuştin çi ye? Yan jî çima bûyerên wiha çêdibin? Di vê mijarê de hewce ye her kes ji xwe pirs bike, bi wêrekî li xwe mukir were û bibêje bê helwesta wan çi ye?
 
Hêza xwe ya cewherî biparêz e 
 
Dewleta Tirk bi taybet di mijara qetilkirina jinan de polîtîkayeke şerê taybet dide meşandin. Bi kurtasî em ê bibêjin bê ka helwesta jin û civakê çi ye? Bi rastî helwesta civakê pir lawaz e û wateya wê ew e ku civak di ferqa xwe de nîne û bêbertek e. Mirov wiha dihizire ku bûyerên kuştina jinan, destdirêjiya MÎT ê ye. Ji ber bûyerên wiha sosret ên kuştina jinan, herî zêde li Tirkiyeyê rû didin û bûyerên wiha li Rojava jî encama destdirêjiya siyaseta dewleta Tirk e. Pêwîst e civak van bûyerên sosret ên kuştina jinan bi zelalî bibîne, bertekên xwe wergerîne çalakiyan, rê nede ti xerabiyên ku jiyana civakê û ewlehiya wê xerab bike û bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze.
 
Em gaziyên jin qetilkirina jinan weke qetilkirina xwezayê û jiyanê dibînin. Em her cure kuştinên jinan weke destdirêjiya li ser civakê dibînin û şermezar dikin. Em helwesta xwe ya tund datînin holê. Em bang li tevahî jin û mêran dikin û dibêjin werin em jiyana xwe bi çand û exlaqê civaka demokratîk biparêzin.”