ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 21 Mijdar 2021
  • Rojev
 
*Li Bakurê Kurdistanê yek ji rêbazên êrişên dijminatiyê yên tên meşandin polîtîkayên êrişên taybet in. Ciwanan têkildarî siyaseta qirker û mêtinger a dewleta tirk de wiha gotin:"Em di pêvajoyek dijwar ku şerekî konek tê meşandin de derbas dibin. Ev jî bi taybet li ser jin û ciwanan tê meşandin. Pêwist e jin û ciwan jî xwe bi rêxistin bikin û polîtîkayên dewletê yên li ser kurdan didin meşandin îfşa bikin." DÎMEN HEYE
 
*Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên Erdîşê xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin û gotin: "Gelê Kurd ê di bin zext û zordariyê de têdikoşe, wê tecrîdê têk bibe û dê teqez bi ser keve." BI DÎMEN 
 
*11'emîn hejmara Kovara Jinê ya Yenî Demokrat ji bo 25'ê Mijdarê hat amadekirin. Elif Kaya derbarê kovara xwe de agahî da û got ew ê bi dirûşma 'Li dijî qetilkirin û windakirinê em ji bo xwe di nava raperînê de ne' li qadan bin. 
 
* Endama Koordinasyona COP26-Tirkiye Çigdem Ozbaş destnîşan kir ku ger heta 2030 di CO2’ê de kêmbûnek çênebe; wê germahî bigiheje 2,4 pileyî û got: “Em ê ji bo guherîneke radîkal bi dirûşma “Ne avhewayê pergalê biguherîne” bi peymannameya gelan, dewlet û hûkûmetan bidin zorê. Em ê têkoşîna xwe zêdetir bi biryar weke tevgereke girseyî berdewam bikin.”
 
*Aktîvîsta Mafên Zarokan Hatîce Kapusuz, diyar kir ku mafên zarokan bi hemû aliyan ve tên paşguhkirin û got: "Bêcezabûn bi rastî teşwîqek e. Nêzîkatiya darazê ya ku sûcdaran ceza nake, dozan bêceza dihêle, dibe sedema zêdebûna sûc.” BI DÎMEN 
 
*Rojnameger û Çêker Benedetta Argentieri ku di Keştiya Azadiyê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji Yewnanîstanê bi rê ket û diçe Îtalyayê de cihê xwe digire wiha got:"Perspektîfên Konfederalizma Demokratîk a Abdullah Ocalan û fikrêna wî li dijî sîstmê alternatîf in. "
 
*Berdevka Maseya Rojhilata Navîn a HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê serdanên xwe yên li Rojhilata Navîn de axivî û diyar kir ku di serdanê de li ser pirsgirêka Kurd û Filistînê û pergala hevserokatiyê nîqaş hatine kirin û got: "Em ê hewl bidin ku biçin serdana Fas, Misir û welatên din jî." BI DÎMEN