Jin li Colemêrgê li dijî tundiyê meşiyan

  • 16:11 20 Mijdar 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê gelek jin beşdarî meşa li dijî tundiyê ya li Colemêrgê bûn. Jinan di meşê de peyama têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewletê dan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Parlamenterên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek jin beşdarî meşê bûn. Jinên li ber çerxerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin gel hevdu li vir bi pankarta "Li dijî tundiya mêr dewletê, şer, xizanî, destdirêjî, tecawizê dema azadiya jinê ye" û bi hilgirtina dowizên "Navê min Ceren e","Navê min Heskîf e","Navê min Taybet e" û bi berzkirina dirûşmên "Em xwe diparêzin" û "Jin dema li gel hevdu bin dê cîhan ji cihê xwe bileqe" meş li dar xistin. Jin dema hatin ber Parka Walîtiyê polîsan xwestin wan asteng bikin. Tevî astengiyê jinan daxuyanî dan. 
 
'Dixwazin dengê jinê kêm bikin'
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser navê jinan daxuyanî da. Ayşeyê da zanîn ew li dijî tundiya mêr dewletê, xizaniyê, tecawiz û destdirêjiyê li her derê ne û wiha got:"Mixabin dema jinên bi tundiyê rû bi rû dimînin diçin qereqolê ji bo gilî bikin tu kesî nabînin. Lê belê îro hemû polîs ji bo dengê jinan kêm bikin li vir kom bûne."
 
'Polîtîkayên taybet li ser jinên kurd tên pêkanîn'
 
Ayşeyê bal kişand ser qedexeyên li herêmê û wiha got:"Qedexeya walîtiyê tenê ji bo HDP'ê ye. Dema HDP dixwaze dengê jinê bilind bike bi astengiyan rû bi rû dimîne. Dewlet li dijî jinên kurd û li Kurdistanê polîtîkayên xwe yên taybet dixe meriyetê. Tecawiza polîtîkaya şer e wekî alavê bi kar tînin."
 
'Gel di ferqiya polîtîkayên şer ên taybet ên qirêj de ne'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz axivî. Salihayê bertek nîşanî polîsên bi zorê jin dorpêç kirin da û wiha got:"Em ji hemû jinên ku tevî astengiyan hatin Colemêrgê spas dikin. Jin li dijî polîtîkayên li Kurdistanê li dijî jinan di meriyetê de ye li vir li ser piyan e. Em bejna xwe li ber sekna jinan ditewînin. Em wekî DBP, HDP û TJA'yê di encama têkoşîna li dijî zextên li ser 25'ê Mijdarê de li vir in. Gel di ferqiya polîtîkayên şer ên taybet ên qirêj de ne. Li ser gelê kurd zexta derûnî heye. Li Colemêrgê jî tê xwestin ev polîtîkayên şer ên taybet bikevin meriyetê û encam bê bidestxistin. Dê jin bersiveke xurt bide polîtîkayên şer ên taybet. Ew ê jina kurd heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne. Em ê rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Li dijî rejîma yekperest a qesrê ya ji aliyê îktidara siyasî tê xwestin pêk bê em ê têbikoşin û qesra wan li ser serê wan xera bikin."
 
Piştî axaftinan meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.