Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger tecrîd şermezar kirin

  • 13:56 20 Mijdar 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê bi dirûşma "Tolhildanê bilind bikin Rêber Apo azad bikin" tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin.
 
Bin dirûşma "Tolhildanê bilind bikin Rêber Apo azad bikin" Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe meşek li dar xist. Meş ji hola bazarê ya gundê Babinêsê ya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê dest pê kir û ber bi stadyuma Babinês dom kir. Hemû saziyên gundê Babinês, jinên ciwan û ciwanên şoreşger beşdar bûn. Di meşê de alên Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger, alên wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin. Meş li stadyumê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê rawestiya. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî ji aliyê Ferîde Hec Ebdo ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Wek tê zanîn dijminê dagirker û mitînger Rêberê me di bin tecrîdek giran de girtiye. Ji bo ku Rêber Apo û gel ji hevdu qut bikin, bi her awayî êrîşên xwe berdewam dike. Ji ber vê yekê rê nadin bi Rêberê me re hevdîtin werin çêkirin. Ev bû 23 sal tecrîd û îşkenceyên pir giran li ser Serokatî têne kirin. Ev tecrîda li ser Rêber Apo giran kirine tiştekî dij mirovî ye, lê li hemberî vê yekê têkoşîn û berxwedana Rêberê me pir mezin e. Ji  ber vê jî her ku diçe dewletên komploger tecrîdê giran dikin. Dixwazin bi girankirina tecrîdê doza gelê kurd û tevgera azadiyê û gelên azadîxwaz jî tune bikin. Ji ber ku têkoşîna bi salan hatiye kirin bi keda Rêber Apo û şehîdan e. Heta ku em negihêjin azadiya Rêberê Mirovahiyê em tu carî dev ji vê dozê bernadin. Ji bo têkbirina dagirkerî û îxanetê li tevahî Kurdistanê em ê asta berxwedanê hîn zêdetir mezin bikin.
 
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêberê me ya fîzîkî em ê her roj li qada bin li hemberî vî dijminê hov û dewletên desthiladar em ê têkoşîn û şerekî pir mezin bimeşînin. Em ê li dora Rêberê xwe bibin xelekek ji agir û em rê nadin kesî ku mafê Rêber Apo bê tunekirin. Banga me ji bo hemû ciwanên welatparêz ên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ew e ku bi fedekariyeke mezin ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Em weke ciwanên Apoyî bi rihê kampanyaya ku me daye destpêkirin a "Werin cenga azadiyê"  em ê azadiya Rêberê Gelan mîsoger bikin û dagirkeriyê têk binin. Bi hêzên gerîlayên li hemberî çekên kîmyewî destanên dîrokî dinivîsin û derbeyên giran li dijmin dixin, em berxwedana wan bi rêzdarî bi bîr tînin û ji dil û can wan silav dikin. Bi nêzîkbûna roja damezrandina Partiyê ya 43'an di serî de li Rêber Apo û li şehîdên doza azadiyê û gerîlayên çiyayê Kurdistanê pîroz dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" û "Azadî ji bo Rêber Apo" bi dawî bû.