Jinên Başûrî: Divê qanûnên ku parastina jinê dike bên amadekirin

  • 11:02 20 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên mafên jinan û parlameterên jin ên Herêma Federal a Kurdistanê li ser naveroka qanûnên ku parastina jinê dike rexne kirin û gotin: "Li Herêma Kurdistanê qanûneke taybet a derbarê jinan de nîne û yên heyî jî divê were sererastkirin."
 
Li Herêma Federal a Kurdistanê heta niha qanûneke taybet a têkildarî maf û parastina jinan nîne. Di çarçoveya qanûna jimara 8 a sala 2011'an a Têkoşîna Dijî Şîdeta Malbatî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê qala şîdeta li ser jinan û cezakirina kesên şîdetê dikin tê kirin.
 
Endama Lijneya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rojan Hemereş li panelekê de nebûna yasayek taybet a jinan rexne kir û got: “Li Herêma Kurdistanê valahiya qanûnê heye. Ji bo mafên jinan parastina wan tu qanûnek taybet nîne. Di çarçoveya yasaya Têkoşîna Dijî Şîdeta Malbatî navê jinê hatiye, lê kêmûkurtiyên vê jî hene.”
 
Di qanûnê de ev kiryar weke şîdet hatiye hesibandin
 
* Zewaca bi darê zorê
 
* Zewaca jin bi jinê (pêguherîn) û zewicandina zarokan.
 
* Li şûna xwînê zewicandin
 
* Berdana bi darê zorê
 
* Qutkirina peywendiyên civakî
 
* Mêr bi darê zorê ‘hevjîna xwe’ neçarî karê bêexlaqî û fihûşê bike
 
* Sinetkirin
 
* Neçarkirina zarokan ji bo karkirin, bi cih hiştina wan û bi wan dana karê gerê
 
* Di encama şîdeta malbatê de xwekuştin
 
*Di encama şîdeta malbatê de ji ber çûn
 
* Bi her hîncetê lêdana ferdên malbat û zarokan
 
* Heqaretkirin û xeberdan, xeberdana kesûkaran, kêmdînin û êşandin, zextên derûnî, binpêkirina mafên.
 
Parêzerên mafên jinan û parlameterên jin li ser naveroka yasayê rexne hene û li gorî wan kêmûkurtî hene û pêwîstî bi sererastkirinê heye. Endama Lijneya Parastina Mafê Jinan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Parlamenter Ciwan Roj Beyanî diyar kir ku pêwîstiya wan bi sererastkirina yasayê heye. Ciwan Roj Beyanî bal kişand ser sedama pêwîstbûna sererastkirina yasayê û wiha domand: “10 sal in ev yasa hatiye derxistin, lewma di vê demê de li Herêma Kurdistanê pêşkeftin çêbûne, çi di warê medya civakî de, lewma divê kar li ser bikin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar daye ku yasayê sererast bike. Wê di demek nêzik de xwendina yekem û duyem ji bo pêk were û rapor ji bo were amadekirin.”
 
Ciwan li ser kar û çalakiyên Lijneya Parastina Mafên Jinan ya Parlamentoya yên di nava salekê de, agahiyên berfireh neda, lê diyar kir ku weke lijne li parlamentoya rûniştina wan li ser pirsgirêkên jinan hebû û pêşkêşî hikûmetê kirine. Ciwan diyar kir ku agahiyên parlamentoya Herêma Kurdistanê ji zêdebûna şîdeta li dijî jinan heye û aliyên peywendîdar mehane raporên xwe pêşkêş dikin, lewma divê civînên li ser vê mijarê berdewam bikin.
 
Parlamenter Ciwan da zanîn ku li parlamentoyê kar li ser pirsên jinan kirine, lê eger temaşeyî bernameya rûniştinên parlamentoyê ya di nava yek salê de were kirin, tenê di yek rûniştinê de qala zêdebûna kuştin û xwekuştina jinan hatiye kirin. (ROJNEWS)