Li Şengalê turnuvaya voleybolê ya jinan

  • 10:41 20 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 25'ê Midarê, ji hêla Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî vê li gundê Digurê ya Şengalê turnuvaya voleybolê hat lidarxistin. 
 
Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li gundê Digurê yê Şengalê turnuvaya voleybolê li dar xist. Berî jinên ciwan dest bi voleybolê bikin endama rêveberiya jinên ciwan Sara Botan derbarê mijarê de axivî. 
 
Sara, di despêkê de tundiya li hemberî jinan şermezar kir û got: "Zext û zora li ser jinên cihanê tên kirin di Şengalê jî pêk tê. Gelek ciwan ên êzidî ji ber sedemên cuda dawî li jiyana xwe tînin. Lê em baş dizanin ku sedem desthilatdarî ya mêr e, sedem ev pergala ku çihê jinên têde nîne ye. Kuştina jinê kuştina civakê ye, ji ber wê jî  em weke jinên ciwan em ê heya dawiyê li bermberî tundiyê têbikoşin û em ê civaka xwe ji bin desthilatdariya mêr derbixin.”
 
Sara Botan bal kişand ser tekoşîna jinên êzidî û wiha domand: “Piştî fermanê jinên êzidî gelek guherîn. Minak ev voleybola ku niha ciwan dilîzin berê ji bo jinan eyb dihate dîtin, hîna jî fikrên wiha hene lê em weke jinên ciwan em ê bi rêxsitinbûna xwe van ferasetan bişkênin û em ê bikin ku tevahî jinên êzidî siberojên azad bijîn."
 
Piştî axaftinan lîstîna voleybolê dest pê kir. Tîma Sînunê û tima Dugurê ya jinên ciwan derketin pêşberî hev. Di lîstîkê Tîma Sînunê bi ser ket. Di dawiya lîstikê de tîma ku bi ser ket hat xelatkirin.