TJK-E'yê bernameya 25'ê Mijdarê eşkere kir

  • 13:51 19 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya 25'ê Mijdarê eşkera kir û banga tevlîbûna çalakiyan kir. 
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser çalakiyên ku bên lidarxistin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrişên sîstema serwer ên li dijî jinan bi rêk û pêk dewam dikin. Jin jî li her devera cîhanê bi daxwaza 'hîn bêhtir azadî' têkoşîna azadiyê mezin dikin. Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her devera cîhanê, sala 2021'ê li dijî jinan bû sala tundî, destavêtin, zayendîperestî û qirkirina jinê.
 
Destketiyên ku jinan bi berdêlên giran ji siyasetê heta aboriyê bi dest xistin, tê xwestin ku ji aliyê desthilatdaran ve bêne desteserkirin. Lê belê di serî de li Kurdistanê li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê, jinan li dijî êrişan li ber xwe dan û hîn jî li ber xwe didin."
 
Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê banga tevlîbûnê hat kirin.