431 penaber vedigeriyan Herêma Federal a Kurdistanê

  • 12:16 19 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 431 penaber ji sînorê Belarûsê vegeriyan Herêma Federal a Kurdistanê e. 
 
Bi hezaran koçber li ser sînorê Belarus û Polonyayê ji bo xwe bigihînin welatên Ewrupayê asê mane. Ji ber ku koçber nikarin biçin, gelek ji wan bi daxwaza xwe vegeriyan Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê. Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistana Federe Cûtyar Adil, têkildarî qeyrana penaberan a bi rojane li ser sînorê Belarûs û Polonyayê diqewime daxuyanî da. 
 
Cûtyar, diyar kir ku 431 penaber ji sînorê Belarûsê vegeriyan e û ji 431 penaberan 422 ji Herêma Federal a Kurdistanê 9 jî ji Iraqê ne. Cûtyar, anî ziman ku 10 kesên qaçaxçîtiya mirovan dikin hatine girtin û bi lêv kir ku kesên welatiyan dixapînin û dibin derveyî welat wê bi awayekî giran werin cezakirin. Cûtyar, diyar kir ku qaçaxçiyên mirovan di navbera 6 û 8 hezar dolaran ji welatiyan girtine. 
 
Penaberên ku bi balafirên ji Balafirgeha Mînskê rabûn hatin şandin, daketin Balafirgeha Hewlêrê. 
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf beriya niha dabû xuyakirin ku hewldanên ji bo vegerandina penaberan dewam dikin û ji bo vegera wan wê destek were dayîn.