Di 6 salî ya TJA'yê de: Bêtir bi hev re bêtir piştevanî

  • 09:05 19 Mijdar 2021
  • Rojane
 
WAN - Di 6'emîn salvegera avakirina TJA'yê de jinan diyar kir ku TJA, li dijî şîdeta mêr û dewletê her tim li qadan di nav têkoşînê de bûn û gotin: "Divê ji bo bi hêzkirina têkoşînê di nav rêxistina TJA û Meclîsa Jinan HDP'ê de cih bigirin. Em dibêjin bêtir bi hev re, bêtir piştevanî."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di dema OHAL'ê de bi dirûşma “Em li dijî darbeyan têkoşîna xwe bi rêxistin dikin" di 20'ê Mijdara 2016'an de avakirina xwe îlan kir. Ji roja hat îlankirin heta îro bê navber li ber ber xwe dide û ji bo mafê jin û zarokan di nav têkoşînê de ne. TJA, rêgeza “Dema jin azad be civak azad dibe" esas digire. Bi xebatên xwe yên cuda balê kişand ser xwe. Par bi dirûşma "Em xwe diparêzin" li dijî qirkirina jinan, şîdet, destdirêjî û tecrîdê li qadan bi jinan re hatin cem hevdû. Ji ber xebatên xwe gelek caran bû hedef û gelek aktîvîstên TJA'yê hatin binçavkirin û girtin. Yek ji wan Berdevka Demê Ayşe Gokkan bû û her wiha 30 sal ceza li Ayşeyê birîn. Lê jinan ligel her cureyên zextan têkoşîna xwe mezin kirin. 
 
Derbarê mijarê de aktîvîsta TJA'yê Şîrîn Çoban û endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Oztekîn, ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser 6'emîn salvegera avakirina TJA'yê. 
 
'Felsefeya azadiyê esas digire'
 
Şîrîn, diyar kir ku, jinan li dijî zîhniyeta serdest a 5 hezar salan têkoşîneke mezin dan û got: "Di vê têkoşînê de divê mirov ser avakirina TJA'yê raweste. TJA wek sîwaneke saziyên sivîl ên civakî ye û ji hêla jinên ku di wan saziyan de dixebitin ve hatiye avakirin. Li dijî modernîteya kapîtalîst û antî mîlîtarîst  li ser felsefeya azadiyê rêxistinbûna xwe pêş xist. Her jinê ku wan rêgezan qebûl dike dibe aktîvîsta TJA'yê."
 
'Em ê xwedî li mîrateya xwe derkevin'
 
Şîrîn, da zanîn ku TJA tora têkoşînê yê û ji bo azadî û mafên jinan tevdigire û wiha bi lêv kir: "Ne tenê ji bo kurd, ji bo gelên din jî platforma me di nav hewldanan de ne. Kesên ku mafê jiyanê asteng dikin, bi rêbazên şîdetê di nava civakê de tirs û fikaran belav dikin, kaosê kûr dikin. Mêrên ku ji polîtîkayên îqtîdarê cesaret digirin, her roj bi sedan jinê qetil dikin. Her wiha êrişê beden, xweza û jiyana jinan dikin. Bi polîtîkayan êrîşê ehlaqa civakê dikin û her wiha destdirêjî, taciz, êriş û fihûşê meşrû dikin. Ji ber ku em jî li dijî wan polîtîkayan têdikoşin, xebatên me tên îllegalîzekirin. Tevgerên jinan û têkoşerên azadiyê xwedî mîrateyeke dîrokî ne. olarak Em ê li her qadên jiyanê xwedî li vê mîrateyê derkevin. 
 
‘Em serî natewînin' 
 
Şîrîn di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser cezayê ku dane Ayşe Gokkan: "30 sal ceza ji bo jinan peyamek e. Lê em ê têkoşîna Ayşeyê bidomînin. Em li hemberî ferzkirina bêhiqûqiyê serî natewînin. Em li Wanê bi jinan re hatin cem hev û me li dijî êrişan atolyeyên cur bi cur li dar xist û em li ser rêbaza têkoşînê rawestiyan. Di wan atolyeyan de em hînê gelek tiştan dibin. Her wiha piştevaniya me ya ji bo jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane re jî didome."
 
‘Ewlehiya jin û zarokan nîne' 
 
Denîz jî di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser zêdebûna fihûş û bikaranîna hişbirê ya li herêmê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Niha di nava civakê re rizandinek heye. Şîdeta li hemberî jin û zarokan derketiye asta herî jor. Her wiha êrişa zayendî ya li hemberî zarokan jî zêde dibe. Êdî ewlehiya jin û zarokan nîne. Jinên ku tên kuştin jî wekî întîhar tê nîşandan." 
 
'Bêtir bi hev re, bêtir piştevanî'
 
Denîz, da zanîn ku di 20'ê adara îsal de Peymana Stenbolê bi giştînameya serokkomarê ve hat feshikirin û wiha axivî: "Qanûnên ku niha heyî tera parastina jin û zarokan nake. Polîtîkayên AKP-MHP'ê tenê jinan hedef digire. Peymana Stenbolê ji bo jinan temînatek bû. Peymana ku newekheviyê di nava civakê de ji holê radikir bû hedef û ev tişt jî tê wateya domandina polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinê. Îqtîdar topyekûn êrişê destkeftiyên jinan dike. Lê divê em mekanîzmayên xwe ya xweparastinê belavî li her derê bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di nav rêxistina TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê de cih bigirin. Bêtir bi hev re, bêtir piştevanî."