ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 19 Mijdar 2021
  • Rojev
 
*Bi giştî di avabûna jîneolojiyê de ji bersivan zêdetir pirsên rê didin ber me hene. Zanistek çawa ye, piştgiriya zanînê ya ji bo jiyanê çi ye, piştgiriya wê ya bo têkoşîna azadiyê çi ye. Ji bo bersiva van pirsan pir caran em bersivan di rêbazan de dibînin. Her bersivek pirsek din vedike, hewcedariyên nû derdixe holê. Parvekirina hinek encaman wê gelek baş be. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê û pêkanînên PDK’ê yên li hember cenazeyan dan û bang li PDK û Mesut Barzanî kirin û gotin: “Destên xwe yên qirêj ji ser zarokên kurdan hilînin.” Dayikan her wiha bang kirin ku bila gel li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin ser piyan. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê Helîme Işika a ku jiyana xwe ji zarokatiyê ve bi koçberî û serhildanê derbas kiriye îro jî dev ji rêya xwe bernedaye. Helîmeya li ser vê xeta xwe bi israr e wiha dibêje:"Pêwist e her ferdek vê civakê li hemberî bêmafiyan rabe. Kesên zilmê qebûl dikin jî şîrîkê wê zilmê ne. Ji ber vê fêrbûna me, me xwe nas kir û em ji bo nasnameya xwe têdikoşin." DÎMEN HEYE
 
*Di 6'emîn salvegera avakirina TJA'yê de jinan diyar kir ku TJA, li dijî şîdeta mêr û dewletê her tim li qadan di nav têkoşînê de bûn û gotin: "Divê ji bo bi hêzkirina têkoşînê di nav rêxistina TJA û Meclîsa Jinan HDP'ê de cih bigirin. Em dibêjin bêtir bi hev re, bêtir piştevanî." 
 
*Endamên Platforma Jinan a Enqerê ku diyar kirin ew ê di 25'ê Mijdarê de li Kolana Sakaryayê bin, banga, "Li dijî tundiya dewleta mêr dakevin qadan" kirin. BI DÎMEN 
 
*Komeleya Dema Jinê berî 25'ê Mijdarê bi  podcast ên diweşînin balê dikşînin ser tundiya jinê û dê pêşangeha "Hafizaya Jinê" ya dê 3 rojî dewam bike derkevin pêşberî jinan. Dê hêrsa xwe bi hunerê rêxistin bikin. BI DÎMEN 
 
*Rêxistinên jinan ên li dijî tundiya mêr û dewletê dê li Wanê derkevin qadan ji bo meşa dê di 25'ê Mijdarê de bê kirin bang li hemû jinan kirin ku beşdarî meşê bibin. Rêxistinên jinan ên bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinê dan zanîn ku têkoşîna wan sînor derbas kiriye. 
BI DÎMEN