Dayikên Şehîdan ên Şengalê: Dê berxwedan bi ser keve

  • 16:16 18 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Şehîdan ên li Şengalê daxuyaniyek dan û gotin: "Em bêdengiya hêzên navnetewî û saziyên mafê mirovan a li hemberî kiryarên dij mirovî şermezar dikin. Em dibêjin dijmin çi dike bila bike wê nikaribe bi ser bikeve. Wê berxwedan bi ser keve."
 
Tevgerên jinan ên êzidî li Şengalê civînek hevbeş li dar xist. Piştî civînê Dayikên Şehîdan ên Şengalê daxuyaniyek da. Li ser navê dayikan berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; 
 
"Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê di meha xwe ya 7’an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Berxwedana mezin ya gerîlayên leheng hêz, hêvî û moral dide me. Ruxmê bi karanîna hemû teknîka xwe dijmin nikarîbu li hemberî gerîla bi ser bikeve û gevek pêşda bavêje. Dîrok bi destanên qehremanî yên gerîlayên azadiyê di xemile. Bi rastî ev berxwedan dijmin mehkumî têkçun û binketinê dike.
 
Em wek Dayikên Şehîdan yên Şengalê dibêjin, em û gerîla yek in, me bi hev re li Şengalê şer kir şehîd dan û axa xwe ji çeteyên DAIŞ rizgar kir. Êrîşên li ser gerîla li ser me ne, bi saya berxwedaniya gerîla dijmin nikare li ser vê axê gav pêşda bavêje. Dewleta Tirk ya dagirker dema ku li beramberî berxwedana şervanên azadiyê bê çare dibe, dest bi kiryarên dij mirovî dike û çekên kimyawî bi kar tîne. Dewleta Tirk ya dagirker bi karanîna çekên kimyawî ji bo xwe rewa dibîne, li Efrîn, Serêkanî û li herêmên parastina medya van çekan li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê bi kar tîne.
 
Em bêdengiya hêzên navnetewî û saziyên mafê mirovan a li hemberî kiryarên dij mirovî şermezar dikin. Em dibêjin dijmin çi dike bila bike wê nikaribe bi ser bikeve. Wê berxwedan  bi ser keve. Divê gelê me xwedî li Gerîlayên xwe derkevin û ew jî beşdarî vê berxwedanê bibin. Heya ku hêza gel û gerîla yek be, wê tim serkeftin ya me be.”