Dayikên Aştiyê li Kanaryayê meşiyan

  • 15:59 18 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li Kanaryayê meş li dar xistin. Dayikan qurnefîl danîn Gola Kuçukçekmeceyê û xwestin tecrîd bi dawî bibe. 
 
Aktivîstên TJA'yê yên bi pêşengiya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê hatin gel hevdu li dijî tundî û komkujiya li ser jinê li Kanaryayê ya Stenbolê meş li dar xistin. Jin berî meşê li Rêxistina HDP'ê ya Kuçukçekmeceyê hatin gel hevdu. Tevî dorpêçkirina polîsan jinan bi dirûşmên "Jin jiyan azadî","Biji berxwedana zindanan", "Em şer nexwazin" û bi tilîlî û çepikan dest bi meşê kirin. 
 
Welatiyên li der û dorê bi dirûşma "Bijî kurd û Kurdistan" piştgirî dan jinan. Pankarta "Jin li dijî şer û tundiyê aştî û azadiyê dixwazin" ya jinan xwestin vekin hat xwestin ji aliyê polîsan ve bê astengkirin. Jinan dowizên "Ji bo girtiyên nexweş edalet","Em hemû Ayşe Gokkan e" hilgirtin. Meşê heta Gola Kuçukçekmeceyê dewam kir û jinan daxuyanî dan. 
 
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Bedia Gokguz a axivî wiha got:"Em ê li her derê cîhanê li dijî tecrîdê serî rakin. Her roj jinek tê qetilkirin. Bilav ev şerê qirêj demildest biqede. Divê sîstem bê guhertin. Sîstem dewlet e." 
 
Piştî daxuyaniyê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Jinan piştre li Gola Kuçukçekmeceyê qurnefîl danîn û daxwazên xwe yên aştiyê nû kirin.