Amblema TJA’yê sûc hat dîtin û gef li çalakvanên TJA’yê hat xwarin

  • 15:03 18 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya aktivîstên TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya daliqandina pankarta jinên hatine qetilkirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan amblema TJA’yê weke sûc ango “Propagandaya PKK'ê” nirxand û diyar kirin ku kesên pankart amade kirine wê werin cezakirin. Jinan li hemberî astengiyê bi daxuyanî û çalakiya rûniştinê astengî şermezar kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinê xwestin li beramberî birca Bizinê pankarta ku wêneyê jinên hatine qetilkirin li ser e daliqînin û daxuyaniyê bidin. Bi sedan polîsên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku pankart "Propagandeya PKK'ê" dike ango amblema TJA'yê ya li ser pankartê jî weke sûc dîtin û daliqandina wê asteng kirin.
 
Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Semra Guzel û aktivîstên TJA’yê di nav de li dijî astengiya polîsan daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.
 
‘Astengkirina pankartê dijminatiya jinê ye’
 
Semra Guzer astengiya polîsan û îlegalîzekirina komeleyên jinan şermezar kir û wiha diyar kir: “Me îro xwest em di kesayeta Denîz Poyraz de hemû jinên hatine qetikirin bi bîr bînin. Em car din bi tundiya dewletê ku mê re rû bi rû man. Çalakiya me hate astengkirin. Em tim dibêjin û ev astengiyan jî nîşaneya wê ne ku qetilkirina jinan polîtîk e. Em dizanin ne tenê mêr dewleta ku li pişta mêr disekirne jî sûcdar e. Dixwazin em jî li hemberî tundiyê bêdeng bimînin. Lê bi salen e em li hemberî vê hişmendiyê têdikoşin. Em ê îro ji û sibehê jî li hember têbikoşin.”
 
Semra bi dorê jinên ku hatine qetilkirin navê wan bi lêv kir  û  li dijî astengiyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Jinan” bi dawî bû.