Jinan bertek nîşanî girtina Dayika Aştiyê Nazîfe Yigit dan

  • 12:19 18 Mijdar 2021
  • Rojane
 
WAN - Jinan girtina 14 kesên ku Dayika Aştiyê Nazîfe Yigit jî di nav de li Wanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. 
 
Bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 8 û 9'ê Mijdarê de li Amed, Mêrdîn, Îzmîr, Wanê polîsan bi ser malan de girtibûn û tevî Dayika Aştiyê Nazîfe Yigit 14 kes hatibûn binçavkirin. Têkildarî mijarê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên TUHAY-DER'ê û DBP beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayin bûn. 
 
Li daxuyaniya pankara "Dê tu carî têkoşîna Dayikên Aştiyê neyê astengkirin" hat hilgirtin Dayika Aştiyê Perişan Aslan axivî. 
 
Perişana bertek nîşanî girtin û binçavkirinan da wiha got:"Her ku em aştiyê dixwazin girtin û binçavkirin zêde dibin. Em dixwazin demildest Dayika Aştiyê Nazîfe Yigit bê berdan. Girtina Nazîfeyê tê wateya hepiskirina me hemû jinan. Em dixwazin şer biqede û aştî bê."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.