Li Kobanê jinan bernameya 25'ê Mijdarê dan destpêkirin

  • 11:55 18 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Kobanê bi semîner û serdanên malê dest bi bernameya 25'ê Mijdarê kirin.
 
Li gelek cihên cîhanê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dengê jinan ê li dijî tundiya mêr bilind dibe. Yek ji cihên girîng ê ku çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kiriye Kobanê ye. Bi pêşengiya Rêxistina Sara ya Jinê ya li dijî Tundiya li ser Jinê di çarçoveya çalakiyan de li navçe, bajarok, meclî û komunan semînerên derbarê tundiyê de dest pê kirin. 
 
Jinan li kolanan pankartên "Dengê min bi te re ye bila dawî li komkujiyên li ser jinan bê","Bi hev re li cîhaneke bê tundî","Em bi hev re tundiyê biqedînin" daliqandin û mal bi mal geriyan. Jinan di serdanên xwe de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê.