Ji dayikên Aştiyê bertek: Kurd bi kimyasalan xilas nabin

  • 09:05 18 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de bertekên xwe anîn ziman û gotin ku îqtîdar bi şer dixwaze kurdan xilas bike û ev bangawazî kirin: “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di serî de dayik bila her kes rabe ser piyan. Em bêdeng namînin û bi kîmyasalan xilas nabin.”
 
Tirkiye operasyona leşkerî ku li Herêma Federal a Kurdistanê di 23’ê Nîsanê de da destpêkirin 7 mehin hîn berdewam dike. Ligel ku bikaranîna çekên kimyewî qedexe ye jî dewleta tirk gelek caran ev qedexe binpê kiriye û bi van çekan êrîşî kurdan kiriye. Dewleta ku dest ji vê rêbaza xwe bernade herî dawî bikaranînan çekên kimyewî li heberî başûrê Kuridstanê ket rojevê. Ji her ku operasyona hatiye destpêkirin û şûnde li heremê di bikaranîna van çekan de heta niha gelek kesî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Bi pêşengiya Însîyatîfa Dayikên Aştiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê, di 11’ê Mijdarê de li dijî Tirkiyeya ku li Herêmê çekên kîmyewî bi kar tîne ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ya Silopiya Şirnexê ve meş hat lidarxisitn. Di derbarê mijara çekên kimyewî û meşa ku hat lidarxistin de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji ajansa me re axivîn.
 
‘Heta kengî dê hevkujî berdewam bike’
 
Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Êlihê Nûray Seçkîn, li Herêma Federal a Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî a ji aliyê Tirkiyeyê ve  şermezar kir û daxwaz kir ku bila ev şer raweste. Nûray, anî ziman ku bi salane ew aştî û azadiyê dixwazin û wiha got: “Bila ev şer bisekine. Heta kengî dê gelê me hev bikuje. Kesên ku dibêjin em mirov in û xwedî wîcdan in bila li hember vê rawestin û dengê xwe bilind bikin. Banga min ji dayikan ew e ku dest bidin destên hev û bila werin em aştiyek bi rûmet ava bikin. Kurd bi kûştinê naqedin. Kurd bi qirkirinê û qimyasalê naqedin. Bila hemû kes destên xwe bidin destên dayikên aştiyê û vî şerî bidin sekinandin. Vê xwînê encax dayik dikarin bidin sekinandin. Em naxwazin zarokên tu dayikan bên kûştin.”
 
'Bila cenazeyan radestî malbatan bikin'
 
Nûrayê, bal kişand ser cinazeyên HPG’yiyên ku teslîmî malbatên wan nayên kirin û wiha domand: “Em Mesût Barzanî rexne dikin. Dayik ev mehek zêdetire li ber deriyê sînor dest bi nobetê kirine, ji bo ku cenazeyên zarokên xwe werbigirin. Bila cenazeyên malbatan bidin wan. Me Barzanî wek birayê xwe didît. Dê rojekê ji be tişta dike poşman bibe. Em şerê hevkujiyê naxwazin û bila vî şerî bidin sekinandin. Banga min ji çar parçeyê Kurdistanê re ye ku rabin ser piyan û vî şerî bidin sekinandin. Daxwaziya me dayikan ew e ku şer bisekine. Bila êdî bes dayik bigirîn. Êdî em hesreta xwenên şavan mane û xew nema dikev çavên me.”
 
'Komkujiya Helepçeyê anîn bîra me'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Hezexê Fadîle Malgaz jî bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha pêlda axaftina xwe: “Îqtîdar kurdan wek dijmin dibîne, êrîşî kurdan dike û li heberî wan çekên kimyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî komkûjiya ku li Helepçeyê hat kirin tîne bîra me. Bi van çekan êrîşî zarok, gund, sîwîl û çiyayên me dikin. Çiyayên me tên gûlebaran kirin û şewitandin. Em  gelê li ser  vê axêne û şer naxwazin. Daxwaza me azadî ye, lê belê ew naxwazin. Em naxwazin ku tu dayik êdî bigirîn.  Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Çi dibe bila bibe daxwaza me dayikan azadî ye. Em dibêjin xuh û biratî lê ew dibêjin neyartî. Em ji şer re dibêjin na, ew dibêjin erê. Bila bi çekên kîmyewî êrîşên zarok, çiya û gundê me nekin. Em dayik li dijî şer in.”
 
‘Ji her aliyî ve êrîşî kurdan dikin’
 
Fadîle, da zanîn ku bi şer û bikaranîne çekên kîmyewî dixwazin kurd bên tunekirin û wiha pêl da axaftina xwe: “  Tirkiye ji her alî ve êrîşî kurdan dike. Em li dijî zilmê ne. Em dayik berî bi çend rojan ber bi deriyê sînor ve meşiyan û li dijî bikaranîna çekên kimyewî me dengê xwe bilind kir. Em dixwazin wekhevî çêbibe. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Ji aliyekî ve jî PDK piştgiriya Tirkiyê dike. Em vê şermezar dikin. Me digot Barzanî birayê me ye, lê belê bûye neyarê me. Dema ku Saddam êrîşî wan kir, me piştgirî û alîkarî da. Lê belê îro neyartiya me dikin. Bila ji vê rêyê paşve vegerin.”
 
'Bila êdî bes komkujî bên kirin’
 
Fadîle, bang li hemû dayikan kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin ser piyan û ev tişt got: “Bila hemû kes rabin ser piyan û daxwaza azadiyê bikin. Em şer naxwazin.  Em daxwaza azadiyê dikin. Em hemû daxwaza axa xwe dikin. Em kurd in û em ê heta dawiyê li axa xwe xwedî derên.”