Jina li Efrînê îşkence lê hat kirin hişê xwe winda kir

  • 09:03 18 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Zelîxe Welîd Omer a sal û nîvekê di zindana Efrînê ya di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye, ma ji ber îşkence û tecawiza ku pê rû bi rû ma hişê xwe winda kir. 
 
Binpêkirina mafên li Efrînê ya di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye dewam dikin. Li gor çavkaniyên herêmî îşkence û tecawiza li jinan tên kirin jî bê ceza dimîne. Her wiha jin her tim tên revandin û ji bo vê jî fîdye tê xwestin. Yek ji jinên ku ji vê îşkenceyê para xwe girtiye Zelîxe Welîd Omer a zewicî û xwediyê zarokekê bû. Zelîxe ya ji Gundê Rîtayê yê giredayî Mabetayê ya Kantona Efrînê ye û 30 salî ye, yek û nîv salê di zindana Efrînê de dimîne. Piştî îşkenceya li Zelîxeyê tê kirin hişê xwe berdide. 
 
Gelek kes hatin revandin
 
Di 7'ê Hezîrana 2020'î de Zelîxe Welîd Omer û malbata wê ji aliyê koma bi navê "Cebiha El-Şamiyê" ya ku girêdayî dewleta tirk e tê revandin. Zelîxeyê tevî zarok û hevjînê xwe Cengîn ê 32 salî tê revandin. Zeyneb Ebdo a 60 salî û hevjînê wê Osman Mecîd Nasan ê 65 salî jî tevî zarokên xwe ji aliyê komên li Efrînê hatin revandin. Dîsa Mihemed ê 28 salî tevî, zarok û hevjîna xwe ya ku navê wê Ceylan Hemelo ye hatine revandin. Hinceta revandinê jî wekî têkiliya bi Rêveberiya Xweser re hatiye nîşandin. 
 
84 jin hatin qetilkirin
 
Rêxistinên Civaka Sîvîl ên Efrînê rapora dawiya cotmehê ya îşkenceya li ser jinan a ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk eşkere kiribûn. Di vê raporê de îşkenceya ji 18'ê Adara 2018'an heta niha yên Efrînê qewimîne hatin eşkerekirin. Di raporê de di nava 3 salan de 84 jin hatin qetilkirin. Hat gotin 6 jinan ji ber tiştên jiyane dawî li jiyana xwe anîne û tecawiz li 71 jinî hatiye kirin. 
 
Di Tebaxa 2021'ê de Zelîxe Welîd Omer û Zeyneb Ebdo tên berdan lê belê hîn agahî ji hevjîn û xizmên Zelîxeyê nayê girtin. Li gorî malpera "Efrîn Post" dewleta tirk ji destpêka ketina Efrînê heta niha mafê jin û zarokan xwariye û careke din sûcên di derheqê jinê û zarokan de pêk aniye.
 
Li ber çavên wê îşkence li zarokê wê hat kirin
 
Loma rewşa zarokê Zelîxeyê û rewşa hinek zarokên din ên bi malbatên xwe re hatibûn girtin, hîn ne diyar e. Lê belê dewleta tirk vê yekê înkar dike. Li gor dîmenê li ser malpera "Zemen El- Wesil" ya girêdayî komên "Cebel Şamiyê" ye, hatiye weşandin şop û birînên li ser laşê Zelîxeyê yên ji ber îşkenceyê dihatin xuyakirin. Li gor agahiyên herêmî jî tê gotin îşkence li ber çavên Zelîxeyê li zarok û hevjînê wê hatiye kirin. Niha ne diyar e ku zarok li ku derê ye. Ji ber îşkence û windabûna zarok Zelîxeyê hiş berdaye.