Newaya Jin li Lîege û Essenê bi xwendevanên xwe re hat gel hevdu

  • 08:28 18 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newaya Jin li bajarên Lîege yê Belçîka û Essen a Elmanyayê bi xwendevanên xwe re li hev civiya.
 
Xebatkarên rojnameya Newaya Jin li Lîege û Essenê bi xwendevanên xwe re hat cem hev, banga boykotkirina dezgehên ragihandin û çapemeniyê yên tirk ku veguherîne navenda şerê taybet û mejî dicemidînin hat kirin.
 
Civîna li Lîege’yê  ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hat organîzekirin. Di civînê de kedkara çapemeniya Kurd Ronî Eylem axivî û bal kişande ser rolê negatîf a medyayê ku îro weke amûreke şerê taybet ji aliyê hikumetan ve tê bikaranîn.
 
Eylemê di dewamiyê de behsa girîngiya rojnamevaniya jinê ya ku ji dîrokê heta roja îro têkoşîna jinê nîşan dide kir û girîngiya hebûna organên weşanên taybet ên mîna Newaya Jin, Jin Tv û Jin News’ê vegot.
 
Civîna li Essen'ê
 
Xwendevanên rojnameyê li bajarê Essen a Elmanyayê jî hatin cem hev. Civîn ji aliyê Meclîsa Bêrîvan Şengal li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Di civînê de rolê teşwîqkar ê medyayê ya weke çavkaniya esasî di şîdeta li ser jinê û qetlîamên li ser jinan hate bibîrxistin.
 
Rojnamevan Ulkem Zeremya jî di civînê de axivî û banga boykotkirina dezgehên ragihandin û çapemeniyê yên tirk ku veguherîne navendên şerê taybet û mejiyan dicemidînin hat kirin.
 
Zeremya her wiha diyar kir ku dezgehên çapemenî û ragihandina Kurdî wê bibe heqîqet a gel û li rex gelê xwe be û beşdarên amade vexwand ji bo ku bibin kedkarên dilxwaz ên çapemeniyê.