Li Erdîşê peyama 'Li dijî şîdetê yekitiya jinan' hat dayîn

  • 15:45 17 Mijdar 2021
  • Rojane
WAN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Erdîşa Wanê bernameyek li dar xistin û bal kişandin ser têkoşîna jinan a li dijî şîdeta li hemberî jinê. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Navneteweyî li Erdîşa Wanê bernameyek organîze kir. Bername li avahiya HDP'ê ya Erdîşê pêk hat. Hevşaredara Ebexê ya ku li şûna wê qayûm hatî tayîn kirin Leyla Atsak, hevseroka HDP'ê ya Ebexê Gonul Uzunay, hevseroka HDP'ê ya Erdîşê Fatma Serhatli, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê û gelek jin tevlî bernameyê bû. 
 
Di bernameyê de Gonul Uzunay axivî û bal kişand ser rolên zayenda civakê û got: "Şîdeta li hemberî jin û zarokan ji ber polîtîkayên zîhniyeta serdest a mêr pêk tê û her wiha ev zîhniyet xwezayê jî talan dike. Li herêmê polîtîkayên şer ên taybet tê meşandin. Di demên dawiyê jî fuhuş û tiryak hatiye pêşxistin. Ev tişt bi destê leşker, cerdevan û polîsan pêk tê. Li dijî vê yekê divê em bibin yek û piştevaniya xwe xurt bikin. Heke em li cem hev bin em ê li dijî şîdetê bi ser kevin." 
 
Piştre Fatma Serhatli axivî û bal kişand ser zêdebûna şîdetê û da zanîn ku divê jin li kolan û qadan li dijî şîdetê rêxistinbûna xwe mezin bike." 
 
Piştî axaftinan jinan muzîk guhdar kirin û govend gerandin.