Nobeta edaletê ya malbatên girtiyan di roja duyem de ye

  • 15:34 17 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş li Baroya Amedê Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Dayika girtiyan Hasîne Guler jî di nobetê de axivî û got:"Em ê nobeta xwe heta dawî bidomînin." 
 
Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş duh bi hevdîtina ku bi baroya Amedê re kirine ragihandin ku wê li dijî binpêkirinên mafan, nêzîkatiyên ne qenc û îşkenceyên li ser girtiyan "Nobeta Edaletê" bidin destpêkirin. Îro jî li avahiya Baroya Amedê nobeta malbatên girtiyan hate kirin. Gelek parêzer û endamên baroyê ji bo piştgiriyê serdana malbatan kirin.
 
'Em ê heta dawî li vir bin'
 
Hevjînê Hasîbe Guler, Sidik Guler ê 83 salî û kurê wê yê bi navê Hebib Guler ku nexweşê giran in cezayê muebetê girtine. Hasîbeya di nobetê de axivî pirsgirêkên ku girtiyên siyasî dijîn bi lêv kir û wiha got:"Girtî ji hemû mafên xwe tên mehrûmkirin. Bi taybetî jî nêzîkatiyên wan ên ne qenc û îşkence ji girtiyên nexweş re giran tê. Pêwîst e hemû dayik û malbatên girtiyan li vir kom bibin û xwedî li girtiyan derbikevin. Em ê her roj li baroyê bin û heta dawî jî çalakiya xwe bidin dewamkirin."
 
Nobeta Edaletê ya di seet 13.00' an de dest pê kir saet di 16.00'an de jî bi dawî bû.