Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya malbata Şenyaşar didome

  • 14:17 17 Mijdar 2021
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar çalakiya "Nobeta Edaletê" 254 roj in didomîne. Malbatê di çalakiya îro de wiha got: "Kesên ku li Tirkiyeyê qala edalet, hiqûq û demokrasiyê dikin zilma ku li ber Edliya Rihayê pêk tê nabînin."
 
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku 9'ê adarê de dest pê kiribû, di roja 254'an de didome. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji mala xwe navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li "Goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" dest bi nobeta xwe kirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal îro ev peyam da: "Kesên ku li Tirkiyeyê qala edalet, hiqûq û demokrasiyê dikin zilma ku li ber Edliya Rihayê pêk tê nabînin. Wek destê ku li hewa dimîne, gotin jî li hewa dimîne..."