Xwesteka sûcdar a nexweşxaneyê hat redkirin
- 13:46 17 Mijdar 2021
- Rojane
STENBOL - Sûcdarê bi navê Can Goktug Boz ê Başak Cengîz qetil kiribû, bi daxwaza ku hişê wî ne li serê wî ye hatibû gotin bila sewqî nexweşxaneya derûnî bê kirin, hat redkirin.
Dê û bavê Can Goktug Boz bi daxwaza ku hişê kurê wan ne li serê wî ye wî sewqî nexweşxaneya derûnî bikin serî li Serdozgeriyê xistin. Lê belê Serdozgerê Komarê yê Anadoluyê yê Stenbolê bi biryara ku sûcdar du zanîngeh xwendiye û ji ber di îfadeya wî de ' hişê min li serê min e tenê hişbirê bi kar tînim' ev gotin cih girtine daxwaz red kir.
Serdozgeriyê biryara berdewamiya lêpirsînê da.