Meclîsa Dayikên Aştiyê girtina Nazîfe Yîgît şermezar kirin

  • 13:31 17 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bertek nîşanê girtina endama Dayikên Aştiyê Nazîfe Yîgît dan û gotin: "Ev zilmekê mezin e. Bêqanûnî û bêhiqûqî ye. Em dayik tenê aştî û wekheviyê dixwazin."
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8 û 9'ê mijdarê de li 5 bajaran polisan bi ser malan de girtibûn û siyasetmedar, sendîkavan û Dayikeke Aştiyê jî di nav de 19 kesan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Ji wan 19 kesan Endama Dayika Aştiyê Nazîfe Yîgît jî di nav de 14 kes hatibûn girtin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bertek nîşanê girtina Nazîfe dan û têkîldarî girtinê de li avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê daxuyaniyek dan. 
 
Li ser navê dayikan, endama Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey axivî û destnîşan kir ku girtina dayikên aştiyê ya bêhîqûqî nayê qebûlkirin. Raîfe destnîşan kir ku divê Nazîfe Yîgît bi demildest serbest bê berdan û got: “Çima ewqas li ser dayikan zilm û zordestî dikin. Tu sûcê dayikan nîne. Dayik tenê dixwazin aştiyeke mayînde pêk bê. Girtina tu dayikan nayê qebûlkirin. Em dizanin ku êdî li vî welatê heq û hiqûq nema ye. Em tu caran van zilmên li ser jin û dayikan qebûl nakin û divê dayika Nazîfe serbest bê berdan.”
 
Raîfe diyar kir ku dayik tenê doza aştî û wekhevîyê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava em diçin şîn û taziyeyan bila ji me re nekin sûc. Ev ne sûc e. Waye dayika Nezahat ev 7 meh in li malê hatiye hepskirin. Kelepçeye dijîtal xistin piyê wê. Ev zilmekê mezin e. Bêqanûnî û bêhiqûqî ye. Em dayik tenê aştî û wekheviyê dixwazin. Bila êdi tu kes neyê kuştin.”