Li Amedê starta xebatên 25’ê Mijdarê hat dayîn

  • 13:14 17 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Bi pêşengiya DAKAP’ê li Amedê starta xebatên 25’ê Mijdarê, bi kart şandina ji girtiyên jin re hat dayîn. Di çalakiyê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy axivî û got: "Pêwiste jin li dijî her cureyên hişmendiya zayedperest hêza xwe bikin yek. Em bang li jinan dikin ku tevlî çalakiyan bibin." 
 
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ve ji girtiyên jin re kart hatin şandin. Bi kart şandinê re starta xebatan hat dayîn. Derbarê mijarê de li ber Postexaneya Ofisê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy, parlementerên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosun di nav de gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê DAKAP’ê Gulîstan Atasoy û Çagla Îzcî axivîn.
 
Çagla, di destpêka axaftina xwe de bal kişand 25'ê Mijdarê û got: "Em îro starta xwe li ser li navê Denîz Poyraz û rê hevalên me yên hatine qetilkirin, li ser navê berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, Hulya Alokmen û bi sedan siyasetmendarên bi awayekî bê hiqûq di girtîgehan de rehîn hatine girtin û ji bo dayika Emîne Şenyeşar a ku di 'Nobeta Edaletê' de ye didin destpêkirin.”
 
Gulîstan Atasoy destnîşan kir ku li şîdeta li hemberî jinê li tevahiya cîhanê didome û got: "Di encama siyaseta dewletên mîlîtarîst de jin tên qetilkirin û mafên jinan tê binpêkirin. Rêhevalên me bi aweyeke bê hiqûqî girtîne bi heman hişmendiyê hatine girtin. Em îro li hemberî vê hişmendiya şerker a dewletê, li hemberî hişmendiya ku Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er û Çîlem Dogan a girtî heta îro jî li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiyan bibin. Pêwiste li hemberî her cûreyên hişmendiyên zayendperest û nîjadperest em ê hêza xwe bikin yek.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.