Zarokê temenê wî 13 salî bû jiyana xwe ji dest da

  • 10:33 17 Mijdar 2021
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîzê ya Mersînê zarokê temenî wî 13 salî yê bi navê Ula Kerem ku di fîrmaya pakêtkirinê de dixebitî, ji ber ku şarpa wî ket ber makîneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Akdenîzê ya Mersînê zarokê 13 salî yê bi navê Ula Kerem li fîrmaya narinciyeyê ku dixebitî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin Ula Kerem ji ber şarpa wî ketiyê ber makîneyê jiyana xwe ji dest daye. Hevalên wî yên di heman karî de dixebitîn, xwestin wî xelas bikin lê belê nebû. Ji hevalên wî yên xwestin wî xelas bikin yek ji wan jî milê xwe xist ber makîneyê. 
 
Piştî bûyerê koma tendurîstiyê hatin Ula Kerem ji makîneyê derxistin. Lê belê dema Ula ji makîneyê derxistin jî jiyana xwe ji dest dabû.